Jinên Minbicê fêrî bikaranîna çekan dibin

Li Akademiya Hozan Can a girêdayî Meclisa Ciwanan a Minbicê bi tevlîbûna bi dehan jinên di nava saziyan de dixebitin dewreyeke perwerdeyê ya fêrkirina bikarnîna çekan tê dayîn.

Jinên Minbicê fêrî bikaranîna çekan dibin
Jinên Minbicê fêrî bikaranîna çekan dibin
Jinên Minbicê fêrî bikaranîna çekan dibin
Jinên Minbicê fêrî bikaranîna çekan dibin
26 tebax, 2019   14:42
MINBIC

Di çarçoveya pêngava " Me yekitiya xwe ava kir em bi ser ketin, em ê li ber xwe bidin ta biparêzin, ji dagirkeriya Tirk re na" de ya ji aliyê rêveberiyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve  hatiye organîzekirine dewreyeke perwerdeyê ya fêrkirina bikaranîna hate vekirin.

21 jin  ji tevahî sazî û komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê, tev li dewrê bûn.

Dewreya perwerdeyê li Akademiya Hozan Can a taybet a Meclisa Ciwanan tê dayîn û ji aliyê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve tê birêvebirin. Armanc ji dewreyê ew ku jin ji bo rewşên şer û êrîşan amade bin.

Dê dewre 5 rojan bidome. Dê endam waneyên li ser çawaniya bikaranîna çekê, vekirina wê û rewşên sekinandina avêtinê bistînin.

Jina bi  navê Meryem Mihemed têkildarî tevlêbûna xwe ya ji dewreya perwerdeyê wiha got: "Perwerdekirina jin li ser bikaranîna çek, însiyatîfekî baş û guncaw e, bi taybet di vê demê ku jin parastina xwe bikin de."

Ji aliyê xwe ve jî rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan a Minbic û Gundewarên wê Meryem Xelîf anî ziman: "Hedefa perwerdê ew e ku jin li beramber gefên li ser bajêr e bisekinin."

(fr)

ANHA