Balafirên Tirkiyê navçeya Akrê bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk gundên Bablû û Bakurman ên devera Zêbaryan a ser bi navçeya Akrê bombebaran kirin.

Balafirên Tirkiyê navçeya Akrê bombebaran kirin
24 tebax, 2019   14:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnwsê ku agahiyên xwe spartine çavkaniyên herêmî, di saet 16:10’an de, balafirên şer ên dewleta Tirk gundên Bablû û Bakurman ên  devera Zêbaryan a ser bi navçeya Akrê ya parêzgeha Dihokê bombebaran kirin.

Di encama êrîşê de wesayîtek şewitiye, lê nehat zanîn kesek di wesayîtê de hebû yan na.

Hate ragihandin ku hîna balafir li ser asîmanê deverê difirin.