Çeteyekî ku bi karwanê Tirkiyê re bû hate kuştin

Di bombebarana balafirên rejîma Sûriyê ya li dijî karwanê artêşa Tirk a dagirker de çeteyekî di nav karwan de hate kuştin.

Çeteyekî ku bi karwanê Tirkiyê re bû hate kuştin
19 tebax, 2019   11:00
ŞEHBA

Çavkaniyekî herêmî ji ajansa me re ragihand ku çeteyê bi navê Mihemed Hisê Qasim ku yek ji çeteyên Feyleq El-Şam e, ji ber bombebarana balafirên rejîma Sûriyê ya li ser karwanê leşkerî yê artêşa dagirker, hate kuştin.

Îro serê sibê karwanê leşkerî yê artêşa Tirk a dagirker rastî êrîşên hewayî yên rejîma Sûriyê hat. Karwanê leşkerî ber bi bajarê Morik vê bejahiya bakurê Hemayê ve diçe.

(kc)

ANHA