Li Mergedê motorsîklêteke bombebarkirî teqiya

Îro serê sibehê motorsîklêtekî bombebarkirî li bajarokê Mergedê yê navçeya Şedadê ya bejahiya başûrê Hesekê teqiya. Di encamê de zerarên madî çêbûn.

Li Mergedê motorsîklêteke bombebarkirî teqiya
31 tîrmeh, 2019   10:44
HESEKÊ

Nûçegihanên me ji bejahiya başûrê Hesekê ragihand ku îro serê sibehê motorsîklêtekî bombebarkirî li bajarokê Mergedê yê girêdayî navçeya Şedadê ya bejahiya başûrê Hesekê teqiya.

Nûçegihanan diyar kir ku di encama teqînê de tu ziyan çênebûn.

(kc)

ANHA