Li Til Hemîsê projeya restorakirina rêyan dest pê kir

Şaredariya Gel a naçveya Til Hemîsê dest bi projeya restorakirin û sererastkirina rêyên li navçe û gundewarên wê û projeya kanalîzesyona nû bi dirêjahiya hezar û 800 m li navçeyê jî kir.  Proje dê beriya 2019’an bidawî bibin.

Li Til Hemîsê projeya restorakirina rêyan dest pê kir
Li Til Hemîsê projeya restorakirina rêyan dest pê kir
Li Til Hemîsê projeya restorakirina rêyan dest pê kir
15 tîrmeh, 2019   13:36
QAMIŞLO

Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo ragihand ku dest bi pêkanîna projeyên restorakirin û sererastkirina rê û avakirina torên nû yên kanalîzesyonê kir. Ev jî piştî hevpeymana bi aliyên pispor ên der barê qîrkirina kolanên navçe û rêya gundê Seêdiyê de yê rojavayê Til Hemîsê bi 3 km hat kirin, bû.

Nirxa giştî ya projeyên rê û torên kanalîzesyonan nêzî 151 milyon û 620 hezar lîreyên Sûriyê ye. Pêkanîna projeyan dê ji hêla aliyên pispor ên der barê çêkirina rêyan de pêk werin. Projeya restorakirin û sererastkirina rêyan dê di dawiya 2019’an de bi dawî bibe.

Hevserokê şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê Abdulrehman Hadî diyar kir ku şaredarî dest bi pêkanîna projeya lêkirina kevran li navçeya Til Hemîsê û gundewarên wê bi 5 hezar û 200 mitre kiriye. Ji wê jî zêdetir sererastkirina rêyên gundên Naêm El-Celad bi dirêjahiya 400m, Naêm El-Heyar bi 200 m û gundê Kalo bi 2 hezar û 100 m, kir.

Hadî destnîşan kir ku xebata sererastkirina rêyên taxên navçeya Til Hemîsê berdewam e. Her wiha bal kişand ser ku dê şaredarî pêkanîna projeya kanalîzesyonê dest pê bike û radestê aliyên pispor bike. Xebata wê jî dê rojan bidome û dirêjahiya wê hezar û 800 m. Di vê warî de Hadî wiha got: "Projeya sererastkirina kolanên navçeyê û qîrkirina rêya gundê Seêdiyê tên kirin."

Li aliyekî din jî şaredariyên gel ên li bajarê Qamişlo dest bi sererastkirina rêya Elî Fero ya di navbera bajarê Qamişlo û bajarê Hesekê de kir.

(fr)

ANHA