Ji komxebata têkildarî DAIŞ‘ê: DAIŞ 3 tirlyon dolar qezenc dikir

Di rûniştina 3‘yemîn a komxebata der barê DAIŞ‘ê  de aliyê aborî û civakî yê terora DAIŞ‘ê hate nîqşakirin. Hate gotin ku DAIŞ‘ê bi qasî 2 terilyon dolar Amerkîk berhemên xwezayê ji Sûriyê û Iraqê qezenc dikir.

Ji komxebata têkildarî DAIŞ‘ê: DAIŞ 3 tirlyon dolar qezenc dikir
Ji komxebata têkildarî DAIŞ‘ê: DAIŞ 3 tirlyon dolar qezenc dikir
Ji komxebata têkildarî DAIŞ‘ê: DAIŞ 3 tirlyon dolar qezenc dikir
Ji komxebata têkildarî DAIŞ‘ê: DAIŞ 3 tirlyon dolar qezenc dikir
Ji komxebata têkildarî DAIŞ‘ê: DAIŞ 3 tirlyon dolar qezenc dikir
Ji komxebata têkildarî DAIŞ‘ê: DAIŞ 3 tirlyon dolar qezenc dikir
7 tîrmeh, 2019   16:49
QAMIŞLO

Li navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo yekemîn komxebata der barê DAIŞ‘ê de ya ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk ve hatiye organîzekirin di roja duyemîn de didome. Beriya çend kêliyan rûniştina 3‘yemîn a girêdayî aliyê aborî û civakê yê terorê DAIŞ‘ê  bi dawî bûn.

Di rûniştina 3‘yemîn de mijarên "Çavkaniya aboriya DAIŞ‘ê, destekdayîna herêmê ya yekser û ne yekser ji bo DAIŞ‘ê, bandora siyaseta aborî ya DAIŞ‘ê û kiryarên wê yên talankirin, dizî, kirîn û firotina mirovan û şûnwaran" hatin şîrovekirin. Her wiha aobriya civakî wekî modêla çareserkirinê ji pirsgirêkên aborî yên ji ber kiryarên DAIŞ‘ê derketin hatin destgirtin.

Di rûniştina 3‘yemîn de Mamosteyê Aborî di Zanîngeha Qurtuba ya taybet û Zanîngeha Şamê ku master di aboriya enerjî û petrolê de di Zanîngeha Şamê de wergirtine Dr. Mihemed Şewqî, mamosteyê Aborî di Zanîngeha Heleb û Mamûn û Serokê berê yê Zanîngeha Efrînê Ehmed Yûsif, mamosteyê zanista aborî di Zanîngeha Mûsilê, nivîskar û lêkolîner di warê aborî, gendeliya rêveberî, diravî Haşim Zîbarî û lêkolînerê aborî, rojnamevan, şêwirmedê Yekîktiya Kedkarên Kurd li Ewropayê (AKKE) û wekî şêwirmendên Konfederasyona Sendîqeya Kekdaran li Tirkiyê (KESK) Ehmed Belda semîner dan.

Mamosteyê Aborî di Zanîngeha Heleb û Mamûn de û Serokê berê yê Zanîngeha Efrînê Ehmed Yûsif çavkaniya aboriya DAIŞ‘ê û destekdayîna herêmî ya pê re destnîşan kir. Her wiha bal kişand ku berhemên ku dighêjin komên tororîst "Rêxistina El-Qaîde, Boko Hiram, Cebhet El-Nusra û DAIŞ‘ê" mehane e 801 milyar dolar Amerîkî ye, terorê Rojhilata Navîn wekî navendeke sereke digire. Ehmed Yûsif anî ziman rêxistinên teror ji sala 2006‘an bi dizî û talankirina pereyên eşîreya û karsazan xwe ava kiriye.

Ehmed Yûsif di berdewama axaftina xwe de got: "2 tirlyon dolar Amerîkî miqdara dahatinên DAIŞ`ê ne dema herêmên Sûriyê û Iraqê kontrol dikirin. Qezenca salane ya DAIŞ`ê gihaşt 3 milyar dolar Amerîkî. Her wiha DAIŞ`ê ji talankirina bankan 435 milyar dolar Amerîkî, tevî 500 milyon dolar Amerîkî ji êmanetan qezenc kir. DAIŞ`ê li gel kontrolkirina jêderên xwezayî, talankirin û baçan rojane 2 heya 3 milyar dolar Amerîkî ji bîrên petrolê, ji gazê 450 dolar Amerîkî  û ji 12 kargehên çîmento gelek qezenc bi dest dixitin."

Dr. Haşim Zîbarî jî di semînera xwe de behsa lêçûna di encama terorê de derketiye û sedemên aborî yên derketina DAIŞ`ê kir û got: "Deshilatdarî di belavkirina istismarêtên aborî de têk çû, aborî di aliyê wê ya rast de bi kar neanî, her wiha dewletên kapîtalîzmê hewl didin tevahiya jêderên xwezayî kontrol bikin û sûkên pereyan bi kar bînin, ev hemû bû sedema derketina DAIŞ`ê yan jî rê li pêşiya derketina DAIŞ`ê vekir."

Zîbarî wiha domand:" Lêçûna ji ber wêrabûna binesaziyê û têkoşîna li dijî terorê bi rêya zêdekirina hêzên ewlehiyê wê pir mezin be. Ji aliyekî din ve kargeh gelek zirar dîtine ew jî zirarê dighîne aboriya taybet û gist, her wiha, lêçûna kontrolkirina ewlehiya herêmê piştî DAIŞ`ê  bilind be."

Girêdayî sedemên pêşketina îslama radîkal lêkolînerê aborî û şêwirmendê berê ya Konfederasyona Sandîqeyên Kadkeran a Tirkiyê (KESK) û şêwirmendê Yekitiya Kedkaran a Kurd li Ewropayê(AKKE) Ehmed Balda axivî. Belda di gelek rojnameyan dedinivîse û gelek projeyên aborî bi rêya telefizyonê pêşkêş kiriye.

Belda got: "Civaka Îslamî berê debara xwe bi jêderên xwezayî; çandinî û sewalkarî di nav gund û dundewarên cîhanê de peyda dikir. Lê ew pêşket derbasî pêvajoya bajarvaniyê bû. Bi vê yekê veguherî civakek bêkar, ji ber ku êdî nikare di çandiniyê de kar bike yan jî sewalan xwedî bike. Ji ber wê li hember du berbijark ma; kesê ku li vehesiya xwe digire û kesê ku hewl dide bi tevahiya rêbazan qezenc bike. Ev sedema sereke û mezin a ku hişt civaka Îslamî ber bi Îslama radîkal ve biçe. Çareseriya tekane, ew e ku em bi tevahiya aliyan diyalogl pêş bixin. Demê bi awayekî baş analîz bikin, hevgirtin û hevpariyê zêde bikin, nifşek rêzdar û civakeksivîl û aborî ava bikin."

Rûniştina 3‘yemên a komxebata navdewletî girêdayî DAIŞ`ê bi mûdaxeleyên beşdaran bi dawî bû. Çend kêliyên din dê rûniştina 4‘an destpê bike.

ANHA