Trump û Kim li ser avakirina du tîmên ji bo kordînekirina danûstandinan lihev kirin

Di dawiya hevdîtina serokê DYA`yê Donald Trump û serokê Koryaya Bakur Kim-John-Un a li herêma bê çek a di navbera her du parçeyên Koryayê de hate birêvebirin de, her du aliyan derbarê avakirina du tîmenên ji bo kordînekirina danûstandinên der heqê rêxistinkinkirina diyalogên pêşerojê de li hev kirin.

Trump û Kim li ser avakirina du tîmên ji bo kordînekirina danûstandinan lihev kirin
30 hezîran, 2019   12:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku her du welatan der barê avakirina du tîmên ku danûstandinê ji bo kordînekirina diyalogên pêşerojê rêxistin bikin li hev kirin û her du tîm dê di nava 2 an jî 3 hefteyên de li hev bicivin.

Trump piştî hevdîtina bi serokê Korya Bakur re Kim John-Un re ku bi beşdariya serokê Koryaya Başûr re  Moon Jae-en hate birêvebirin, bidawî kir, tekez kir ku Washingtonê der barê diyaloga girêdayî bûyerên herêma nîvgira Korya ku bê çekên nukleerê be lez nake û wiha li axaftina xwe zêde kir:"Lezbûn ne armanc e." 

Trump civandina xwe bi Kim re"pir baş e"wesf kir, her wiha tekez kir ku cezayên Korya Bakur di halê hazir de dê wekî xwe bimîne û wiha pê de çû:"Ez di wê baweryê de me ku piştî danûstandinê dê rewş baştir bibe û em ê di vê çarçoveyê de paşê nîqaş bikin.”

Her wiha  Trump têkildarî vexwendina ji serokê Koryaya Bakur a serdana ji Koşka Spî re piştrast kir.

Serokê Koryaya Başûr Moon Jae-en got, hevdîtina bi Trump û Kim der barê valakirina nîvgirava Korya ji çekên nukleerî, wê roleke erînî bilîze.

Tê zanîn ku vê sibê serokê Amerîkayê Trump gihîşt herêma bê çek a ser sîronê her du Koryan e, paşê bi serokê Korya Bakur Kim John-Un re civiya. Hêjayî bi bîr xistinê ku Trump ji serokên Amerîkayê yên destpêkê ye ku derbasî xaka Koryaya Bakur dibe.

(eh/kc)