Li Tebqayê turnuvaya santrancê bidawî bû

Îro turnuvaya Şehîd Ehmed El-Mihemed a şetrencê ya ku ji aliyê Hevalbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê şaxê Tebqayê bi koordîneya Yekîtiya Werzîşê ya Tebqayê hatibû organîzekirin, bidawî bû. Di dawiyê de kesên ku di lîstikên jin, zarok û mêran de bûn yekem hatin xelatkirin.

Li Tebqayê turnuvaya santrancê bidawî bû
Li Tebqayê turnuvaya santrancê bidawî bû
Li Tebqayê turnuvaya santrancê bidawî bû
Li Tebqayê turnuvaya santrancê bidawî bû
Li Tebqayê turnuvaya santrancê bidawî bû
Li Tebqayê turnuvaya santrancê bidawî bû
Li Tebqayê turnuvaya santrancê bidawî bû
Li Tebqayê turnuvaya santrancê bidawî bû
Li Tebqayê turnuvaya santrancê bidawî bû
27 hezîran, 2019   15:36
TEBQA

Îro turnuvaya Şehîd Ehmed El-Mihemed a şetrencê ya ku ji aliyê Hevalbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê şaxê Tebqayê bi koordîneya Yekîtiya Werzîşê ya Tebqayê hatibû organîzekirin, bidawî bû. Turnuva li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê hat lidarxistin. Di dawiyê de kesên ku di lîstikên jin, zarok û mêran de bûn yekem hatin xelatkirin. Ev cara yekemîne ku turnuvayek bi vî awayî li herêmê lidar dikeve. Turnuva bi armanca teşwîqkirin û geşepêdana werzîşên zihnî hat lidarxistin.

Endamên Hevalbendiya Niştîmanî, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Yekîtiya Werzîşê û hejmarek ji hezkiriyên şetrencê beşdarî çalakiyên roja dawîn bûn. Serokê Hevalbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûrî şaxê Tebqayê Selam Hisên û hevserokê Yekîtiya Werzîşê ya Tebqayê Hesen El-Ehmed bi dawîbûna turnuvayê li beşdaran û kesên ku bi serketine pîroz kirin. Her wiha hêviya serkeftinê ji kesên ku bi serneketine xwestin.

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Tebqayê Musne Endulkerîm, tevî Hevalbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûrî û Yekîtiya Werzîşê kesên ku di pileya yekemîn de ji tevahiya çînan (jin, mêr û zarokan) bi serketine, xelat kirin.

Şehîd Ehmed El-Mihemed ku turnuvaya santracê li ser navê wî hat lidarxistin, di rizgarkirina bajarê Reqayê di navîna 2017`an de şehîd bûye.

(şx)

ANHA