Şahiya salvegera rizgarkirina Girê Spî dest pê kir

Bi tevlîbûna bi hezaran kesî şahiya salvegera çaremîn a rizgarkirina kantona Girê Spî dest pê kir.

Şahiya salvegera rizgarkirina Girê Spî dest pê kir
Şahiya salvegera rizgarkirina Girê Spî dest pê kir
Şahiya salvegera rizgarkirina Girê Spî dest pê kir
15 hezîran, 2019   14:06
GIRÊ SPÎ

Kantona Girê Spî di 15‘ê Hezîrana 2015‘an de di çarçoveya Pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo de ya ji aliyê şervanên YPG û YPG‘ê ve ji çeteyên DAIŞ‘ê dest pê kir.

Bi vê wesîleyê îro Meclisa Kantona Girê Spî bi tevlîbûna bi hezaran kesî şahiyek li parka Newroz a bajêr li dar xist.

Hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, şande ji Kobanê û Reqayê û bi sedan rûspiyên herêmê amade bûn.

Şahî pêş çend kêliyan dest pê kir. Li gorî Komîteya Amadekar dê axaftin werin kirin û çalakiyên hunerî û çandî werin lidarxistin.

ANHA