Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re serî li dozgeriyê da.

Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
28 gulan, 2019   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Aabdullah Ocalan Newroz Uysal, Mazlûm Dînç, Faîk Ozgur Erol û Cengîz Yureklî ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya Tirkiyê da.

Parêzeran piştî 8 salan yekem car 2'yê Gulanê Ocalan dîtibû. Piştre 22'yê Gulanê hevdîtin bi Ocalan re kiribûn.

Parêzeran ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve 810 caran serlêdan kiribû lê serlêdanên wan bi hincetên keyfî hatibûn redkirin. Hevdîtina Ocalan a bi parêzeran re piştî berxwedana grevên birçîbûnê ya bi mehan pêk hatibû.

Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Bursayê, qedexeya hevdîtina parêzeran a li Îmraliyê 17'ê Nîsanê rakir.

Wezîrê edaletê yê Tirkiyê Abdulhamît Gul jî 16'ê Gulanê daxuyaniyek da û ragihand ku biryara astengkirina hevdîtinê hatiye rakirin. Lê belê çalakgerên greva birçîbûnê û parêzeran xwestibû biryar di pratîkê de bi cih were.