‘Rêya ku berxwedêran nîşan da redkirina zilmê ye’

Axaftvanan di bin konê çalakiyê li bajarê Helebê teqez kirin ku ew ê di piştgiriya xwe bi Leyla Guven û hevalên wê re dewam bikin û diyar kirin ku rêya ku berxwedêran nîşan da redkirina zilmê ye.

‘Rêya ku berxwedêran nîşan da redkirina zilmê ye’
‘Rêya ku berxwedêran nîşan da redkirina zilmê ye’
‘Rêya ku berxwedêran nîşan da redkirina zilmê ye’
‘Rêya ku berxwedêran nîşan da redkirina zilmê ye’
‘Rêya ku berxwedêran nîşan da redkirina zilmê ye’
‘Rêya ku berxwedêran nîşan da redkirina zilmê ye’
‘Rêya ku berxwedêran nîşan da redkirina zilmê ye’
‘Rêya ku berxwedêran nîşan da redkirina zilmê ye’
‘Rêya ku berxwedêran nîşan da redkirina zilmê ye’
9 gulan, 2019   12:57
HELEB

Bi sedan endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Parastina Civakî (HPC) berê xwe dan konê çalakiyê yê di roja 5`an de dewam dike ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê û daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, paşê bi navê kongreya Star Nercis Bekir axivî û şênî û endamên Hêzên Ewlekariya Hûndirîn û berxwedêrên ku di çalakiyê de pîroz kir.

Her wiha bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Nazliyê Cefer, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endama rêveberiyê Ayten Reşo, bi navê HPC`ê Mihemed Îbiş axivîn û piştgiriya xwe bi girtiyên di greva birçîbûnê di zindanên Tirkiyê re nîşan dan û diyar kirin ku biryara parlamenter Leyla Guven di grevê de îradeya jinan dijî planên dagirkeriyê îsbat kir.

Piştî pêşandana sînevizyonê, gelek stranên şoreşgerî û helbest hatin gotin.

(jo)

ANHA