Li Californiyayê êrîşeke çekdarî: Jinek mir û 3 kes jî birîndar bûn

Li Calîforniyayê li dijî dêreke cuhûyan dema aynînênyên pîrozbahiya Cejna Fishayê lê dihat kirin êrîşek bi guleyan hate kirin, di encamê de jinek hate kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Li Californiyayê êrîşeke çekdarî: Jinek mir û 3 kes jî birîndar bûn
28 nîsan, 2019   13:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî raporên polîsan, roja Şemiyê çekdarekî gule li dêreke cuhûyan li Californiya ya Amerîkayê reşand, di encamê de jinek hate kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Polîsan, piştî êrîşa li taxa Boay a bakurê bajarê San Diego kesê bi navê John Ernest (19) girtin.

Di raporê de hate diyarkirin ku li dêrê dema ayînên pîrozbahiya "Fishayê" dihat kirin, çekdarî gule li dêrê reşand.

Serokê DYA’yê Donald Trump, bûyer bi "sûca nefretê" bi nav kir.

Ev êrîş piştî 6 mehan ji êrîşa li dijî dêreke cuhûyan li bajarê Pittsburghê ku di encamê de 11 kes mirin, pêk hat. Ev êrîş wekî ya herî bi hêz di dîroka nûjen ya DYA‘yê de hat binavkirin.

(fr)