Pûtîn: Li Idlibê ji bo operasyoneke berfireh niha dem ne guncaw e

Serokê Rûsyayê Pûtîn diyar kir ku dê li Idlibê li dijî çeteyan operasyonên xwe berdewam bikin lê ji bo operasyoneke berfireh dem ne guncaw e. Her wiha Pûtîn got der barê komîsyona destûrê de lihevkirin zehmet e.

Pûtîn: Li Idlibê ji bo operasyoneke berfireh niha dem ne guncaw e
27 nîsan, 2019   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li Çînê di Foruma Hevkariya Navneteweyî ya 2‘yemîn de de axivî. Pûtîn bang kir ku li Idlibê şerê li dijî terorîstan berdewam bike û diyar kir ku beriya ku biryara şerekî berfireh  bidin divê rewşa sivîlan li ber çavan bê girtin.

Pûtîn wiha axivî: “Ez li Idlibê êrîşeke berfireh paşguh nakim lê belê niha dem ne guncaw e. Der barê diyarkirina endamên komîteya amadekirina destûrê de lihevkirin zehmet e û em ê bi opozîsyonê re der barê vê komîteyê de biaxivin.”

Pûtîn îşaret bi xebatên ji bo amadekirina komîsyona destûreke nû li Sûriyê ji hêla Tirkiye, Îran û Rûsyayê ve di pêvajoya civînên Astanayê de jî kir û wiha lê zêde kir: “Şam, Tehran û Moskovê ji bo ku komîsyonê pêk bînin, çi ji destê wan hat, kir. Li Idlibê li dijî terorîstan operasyon berdewam dikin. Ji ber ku divê rîskên li herêmê werin kêmkirin.”

Her wiha Pûtîn di çarçoveya hewldana wek “Rêya Armûş a Nû” tê binavkirin de, bi serokê Çînê Şî Cînpîng re jî hevdîtin pêk anî.