Berxwedêrê greva birçîbûnê Yusuf rakirin nexweşxaneyê

Yusuf Îba ku li bajarê Toronto yê Kanadayê bi armanca protestokirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê, di roja 93'an de ji ber giranbûna tendirûstiya wî, rakirin nexweşxaneyê.

Berxwedêrê greva birçîbûnê Yusuf rakirin nexweşxaneyê
14 nîsan, 2019   08:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Berxwedêrê greva birçîbûnê Yusuf Îba ku li bajarê Toronto yê Kanadayê bi armanca protestokirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê, di roja 93'an de ji ber giranbûna tendirûstiya wî, rakirin nexweşxaneyê.

Yusuf, danê êvarê ji nişka ve vereşiya û nekarî li ser xwe bisekine û bimeşe. Lewre hevalên wî yên çalakiyê gazî li ambûlansê kirin û Îba rakirin nexweşxaneyê.

Îba yê ku li nexweşxaneyê tedawî qebûl nekir, dîsa vegerandin cihê çalakiyê û berxwedana xwe domand. Hate ragihandin ku di demên dawî de lîfên Îba dihelin.