Çalakiya li Şehabayê bi komeke nû dewam dike

Çalakiya li Şehbayê ya bi armanca rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştevahiya çalakgerên grevên biçîbûnê di roja 4‘emîn de bi komeke nû dewam dike.

Çalakiya li Şehabayê bi komeke nû dewam dike
Çalakiya li Şehabayê bi komeke nû dewam dike
Çalakiya li Şehabayê bi komeke nû dewam dike
Çalakiya li Şehabayê bi komeke nû dewam dike
13 nîsan, 2019   14:29
ŞEHBA

Çalakî ji aliyê Kongreya Star ve bi diruşmeya ‘Berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê pîroz e, em hemû Leyla û Nasir in’li navçeya Ehrisê ya Şehbayê tê lidarxistin.

Di roja 4‘emîn de, jinên Efrînê yên li kampên Serdem û Efrînê dewr girtin. Bi dehan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Kongreya Star û xelkên li herdu kampan serdana konê çalakiyê kirin.

Piştî deqeya rêzgirtin, nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girêdayî girîngiya rêxistinakirina gel li gorî rêgezên gelê şoreşger guhdar kirin.

Endama Rêveber a Meclisa Jin a Kampa Serdemê Elîf Osman got, berxwedana çalakgerên grevên birçîbûnê ya bi serkêşiya Layla Guven serkeftina gelê azadîxwaz li hemberî hêzên komploger e.

Di berdewama çalakiyê de peyama deng a Leyla Guven hate guhdarkirin. Paşê Rêvebera Kongreya Star a Kampa Serdemê Xaliya Misko axivî û anî ziman ku"Bi sya fikr û felsefeya Ocalan em ji hewldanên qirkirin û înkarkirina rola jin rizgar bûn. Em desteka xwe bi çalakgeran re radighînin. Bi piştevaniyê planên dewletên komploger li dijî gelê me dê têk biçin û rêberê me Ocalan dê azad bibe."

Her wiha helbest li ser Ocalan û berxwedana çalakgerên grevê hatin xwendin.

Jinên kampên Serdem û Efrîn dê heta sibe sibeha dewra çalakiyê bigirin. Di çalakiyê de dê axaftin, helbest werin kirin û semîner werin dayîn.

Tê payîn ku dê sibe Tevgera Kevana Zêrîn çalakiyê dewr bigire.

ANHA