Wezareta Parastinê ya Afganistanê: 35 endamên Talîbanê hatin kuştin

Wezareta Parastinê ya Afganistanê ragihand ku di topbarana li ser herêmên bakurê rojavayê welat de 35 endamên tevgera Talîbanê hatin kuştin.

Wezareta Parastinê ya Afganistanê: 35 endamên Talîbanê hatin kuştin
7 nîsan, 2019   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Afganistanê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama êrîşên hewayî yên hêzên Afganî û hêzên navdewletî yên hevbeş li ser wîlayeta Badgîs a bakurê rojavayê welat de zêdetirî 35 endamên tevgera Talîbanê hatine kuştin.

Wezaretê diyar kir ku hêzên hewayî yên Afganistanê û hêzên Koalîsyona Navdewletî herêmên Akazayî, derdora fermandariya polîsan li parêzgeha Palamir bombebaran kirin. Di encama wê de 35 endamên Talîbanê hatin kuştin û 22 endam jî birîndar bûn. Her wiha 30 erebe hatin teqandin û gelek çek û cebilxane hate rûxandin.

(bx)