Gerînendetiya Giştî ya Trafîkê agahdarî ji bo ajokaran weşand

Gerînendetiya Giştî ya Trafîkê ya Herêma Cizîrê ji bo ajokaran agahdariyek weşand da ku rê li ber qezayan bê girtin û aramî pêk bê.

Gerînendetiya Giştî ya Trafîkê agahdarî ji bo ajokaran weşand
25 adar, 2019   14:01
HESEKÊ

Ji bo pêşîgirtina li qezayên trafîkê, Gerînendetiya Giştî ya Trafîkê ya Herêma Cizîrê agahdariyek weşand û tê de hin agahdarî ji bo ajokaran dan.

Agahdarî wiha ye:

1- Qedexe ye ku madeya fêmê (reşkirina caman) li ser camên erebeyên leşkerî û sivîl bêne leckirin.

2- Qedexe ye ku çirayên derveyî zagona trafîkê bên leckirin, wekî flaş, zînon, zabîte û çirayên bişewq.

3- Qedexe ye ku zemreyên cur bi cur fena yên dengbilind û yên fît dikin.

4- Divê her ajokarek qawîşa ewlehiyê di dema ajotinê de bi kar bîne.

5- Divê telefon di dema ajotinê de bi kar neyên.

Di vê derbarê de endamê rêveber ê Navenda Trafîkê ya bajarê Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê Telal Ebêd ji ajansa me ANHA’yê re wiha got: "Piştî serjimariya qezayên trafîkê li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û bi taybet bajarê Serêkaniyê hat diyarkirin ku sedema bingehîn a qezayan nezanîna trafîkê û pêkneanîna zagonên trafîkê ye."

Li dawiyê Telal Ebêd bang li hemû ajokarên bajêr kir ku zanebûna trafîkê pêk bînin. Her wiha tekez kir ku ev hemû dibin sedemên kareset û mirinan.

(fr)

ANHA