Li Reqayê ji bermahiyên avahîsaziyê sûd tê wergirtin

Beşa xizmetguzariya pêşeyî ya Şaredariya Gel a Reqayê, daxwazên şêniyan ên ji bo paqijkirina bermahiyan avahîsaziyê yên li bajêr, erê kir û wan bermahiyan ji bo sererastkirina rêyên bajêr bi kar tîne.

Li Reqayê ji bermahiyên avahîsaziyê sûd tê wergirtin
Li Reqayê ji bermahiyên avahîsaziyê sûd tê wergirtin
Li Reqayê ji bermahiyên avahîsaziyê sûd tê wergirtin
Li Reqayê ji bermahiyên avahîsaziyê sûd tê wergirtin
12 sibat, 2019   10:50

REQA

Beşa xizmetguzariya pîşeyî ya Şaredariya Gel a Reqayê, daxwazên şêniyên taxên El-Nehda, navenda bajêr, taxa El- Intîfade û meclîsa taxa Firatê yên ji bo paqijkirina bermayên avahîsaziyê erê kir.  Piştî ku hemû bermahiyên avahîsaziyê, ji tax û kolanan hatin paqijkirin, ji bermayên axa xaniyên hilweşiyayî, sûd hat wergirtin û kortên din ava rêyan de hatin dagirtin û rê hatin sererastkirin.

Şaredarî ji bo bermahiyên avahîsaziyê di demên pêş de têkeve xizmeta ziftkirinê, axa nerm ji bermahiyan cuda dike û li kolan û rêyên bajêr belav dike.

Berpirsê Rêyan ê Beşa Xizmetguzariya Pîşeyî Imar El-Hisên axivî û wiha got: "Me dît ku di demên dawîn de bermahî li bajêr zêde bûne. Piştî ku meclisan daxwazên şêniyan ragihandin me, me jî wek buroya xizmeta pêşeyî bi hevkariya komîteya xizmetguzeriya pêşeyî û meclisên gel li bajêr bermahî rakirin.”

(jo/bm)

ANHA