Gelên Rojava hevdîtina bi Ocalan re pîroz dikin

Li bajar, navçe û bajarokên Rojava bi wesîleya piştî 3 salan birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan bi birayê xwe re hevdîtin çêkir, pîrozbahî dest pê kirin.

12 ÇILE, 2019   20:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mihemed Ocalan piştî 3 salan hevîdtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk anî.

Hevseroka HDP`ê Pervîn Buldan li ser Tiweterê belav kir ku birêz Mihemd Ocalan hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan re pêk anî û rewşa wî ya tendurûstiyê başe.

Pervîn, destnîşan kir ku dê agahiyên berfireh di demên pêş de bên parvekirin.

Piştî ku agahî derbarê rewşa tenduristiya Ocalan hat dayîn, li herêm, navçe û bajarok û bajarên Rojava şahî hatin lidarxistin û hîn jî berdewam in. Şênî daketin qadan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan, drûşmeyên silavkirina berxwedanê û banga azadiya Ocalan hatin berzkirin.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker ev 3 salin nehêle hevdîtina malbat û parêzerên Ocalan bi wî re pêk were û tecrîda girankirî li ser Ocalan ferz kirine. Li gelek bajarên Kurdistanê û bi dehan payetextên Ewrûpayê bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd di girtîgehên Tirkiyê û di serê de Leyla Guven ku zêdeyî du mehan di greva birçîbûnê de ye xwepêşandan bi awaykî rojane têne lidarxistin. Her wiha rewşa  Leyla Guven nebaşe û hat gotin ku ji ser hişê xwe ve çûye.

ANHA