‘Hêza me gel e‘

Fermandarên QSD‘ê geşedanên siyasî ji şêniyên gundên navçeya Silûk ya katona Girê Spî re şîrove kirin û teqez kirin ku hêza wan gel e.

‘Hêza me gel e‘
‘Hêza me gel e‘
‘Hêza me gel e‘
‘Hêza me gel e‘
‘Hêza me gel e‘
12 ÇILE, 2019   19:13

GIRÊ SPÎ

Civîn li gundê Mestûr ê bakurê navçeya Silûkê ya kantona Girê Spî hate  lidarxistin. Bi dehan şêniyên navçeyê, fermandarê QSD‘ê Zerdeşt Fatimê û Rosêl Minbic û Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Sebirî Nebî di civînê de amade bûn.

Fermandarên QSD‘ê anîn ziman ku hêz û moralê wan gel e û destnîşan kirin ku çalakiyên li ser sînorê bandoreke mezin li raya giştî kir û dê planên Tirkiyê yên li dijî Rojava û Bakurê Sûriyê têk bibe.

Kesên axivîne diyar kirin ku dewleta Tirk hewl dide biratiya gelan di navbera pêkhateyên herêmê de têk bibe û destnîşan kirin ku bi saya şervanên QSD‘ê teror ji herêmê hatin derxistin.

Di dawiya civînê de teqezî li ser girîngiya hevgirtina gel li hemberî gef û komployên Tirkiyê hate kirin.

ANHA