Kongreya Star ji bo wefata dayika Leyla Guven peyama sersaxiyê weşand

Kongreya Star ji bo wefata dayika Hevseroka KCD û Parlamantera HDP‘ê ya Colemergê Leyla Guven, Cevriye Guven peyama sersaxiyê weşand.

Kongreya Star ji bo wefata dayika Leyla Guven peyama sersaxiyê weşand
4 ÇILE, 2019   20:36

NAVNEDA NÛÇEYAN

Peyama Kongreya Star a ji bo wefata dayika Leyla Guven, Cevriye Guven wiha ye:

"Îro me bi xemgînî agahiyên wefata dayika Gevriye Guven bihîst.

Dayika Guven di 94 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe, di dema ku keça wê Leyla Guven çakaiya xwe ya birçîbûnê li hemberî zihniyeta faşîzm ya dagirker ji bo rakirina tecrîda giran li dijî Rêber Apo didomîne.

Ruxmî ku rewşa Guven ketîye pêvajoyeke xeter, ema birêz Guven di çalakiya xwe de bi îsrar e ji ber bi riya çalakiya xwe dixweze bala cîhanê bikşîne ser hovîtîya dewleta Tirk a  ku derketiye asta xwe ya herî jor ku  hemû pîvanên mirovahîyê derbas dike û rê li ber demokrasiyê digre

Weke Kongreya Star em ê heya dawiyê  piştgriya xwe ji bo çalakiya birêz Guven nîşan didin û bang li hemû gelê xwe dikin ku xwedî li çalakiya Guven derkevin. Her wiha bang li hemû jinan dikin ku bi vîna Leyla Guven tevbigerin, xwe bi rêxistin bikin û tekoşîna xwe bilind bikin ta ku em faşîzmê têk bibin û azadiya xwe û ya rêberê xwe misoger bikin.

Careke din em çalakiya Leyla Guven pîroz dikin û sersaxiyê ji jê re dixwezin."

ANHA