Mamosteyên herêma Cizîrê tev li konê mertalên zindî bûn

Ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çalakiya mertalên zindî li ser sînorê Serêkaniyê û Bakurê Kurdistanê bi tevlêbûna mamosteyên herêma Cizîrê di roja 11’emîn de berdewam dike.

Mamosteyên herêma Cizîrê tev li konê mertalên zindî bûn
Mamosteyên herêma Cizîrê tev li konê mertalên zindî bûn
Mamosteyên herêma Cizîrê tev li konê mertalên zindî bûn
Mamosteyên herêma Cizîrê tev li konê mertalên zindî bûn
29 kanûn, 2018   13:47

HESEKÊ

Li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên gel li dijî gefên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser herêmê berdewam dikin. Li Serêkaniyê çalakiya mertalên zindî îro di roja xwe ya 11’an de didome. Şêniyên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe tev li çalakiyê dibin.

Îro jî di roja 11’an de Yekitiya Mamosteyên Herêma Cizîrê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê Semîra Hec Elî sekna şêniyan li dijî gefên Tirkiyê silav kir û wiha got: “Gefên dewleta Tirk projeya neteweya demokratîk û hevgirtina gelên herêmê hedef digire.”

Semîra teqez kir ku şêniyan li dijî êrîşan xwe kirine mertalên zindî û ev yek jî nîşaneya vîn, hêz û berxwedanê ye û wiha pê de çû: “Çalakî girêdana bi nirx, şehîd, ax û rûmetê ve ye. Em wek mamoste amade ne ku pêvajoyên dijwar bi têkoşîn û berxwedana gelan derbas bikin da ku pergala bingeha wê demokrasî û vîna azad ava bûye, bi ser bixin.”

Semîra binpêkirinên Tirkiyê li ser Efrînê pêk tîne, bi bîr xistin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Armanca dewleta Tirk têkbirina destkeftiyên şoreşa demokratîk a gelan û belavkirina fitneyan di navbera şêniyên herêmê de ye.”

Yekitiya Mamosteyan a Herêma Cizîrê di dawiyê de daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê mamoste Hêvîdar Mihemed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Em wek Yekitiya Mamosteyên Herêma Cizîrê, Erdogan şermezar dikin. Dê herî dawî projeya biratiya gelan û jiyana hevbeş bi hemû pêkhateyên herêmê re bi ser bikeve. Em soz didin ku em ê jiyaneke azad û wekhev biafirînin.”

Çalakiya mertalên zindî li Serêkaniyê berdewam dike.

ANHA