Gelê Mexmûrê li ber nûnertiya Neteweyên Yekbûyî bang kir

Bi hezaran kesên ku ber bi nûnertiya NY’ê ya Mexmûrê ve meşiyan, êrîş şermezar kirin û bang li hemû aliyên eleqedar kir ku helwestê nîşan bidin. Her wiha hat diyarkirin ku tu êrîş têkoşîna azadiyê lawaz nakin û bang li hemû Kurdan hat kirin ku dakevin qadan.

Gelê Mexmûrê li ber nûnertiya Neteweyên Yekbûyî bang kir
Gelê Mexmûrê li ber nûnertiya Neteweyên Yekbûyî bang kir
14 kanûn, 2018   12:32

NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hezaran welatiyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo merasîma oxirkirina cenazeyên 4 jinên ku di êrîşa şevê din a balafirên Tirk de şehîd bûne, kom bûn. Girseya gel ku li ber avahiya Navenda Çandê ya Mexmûrê kom bû, ber bi nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve dest bi meşê kir.

Di meşê de bê navber dirûşmeyên wekî “Şehîd namirin”, “Bimire xiyanet”, “Bijî serok Apo” hatin berzkirin û her wiha alên HPG, PKK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin.

Piştî meşê ku şandeyeke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê jî tev li bû, li ber avahiya nûnertiya NY’ê li ser navê Meclisa Gel a Mexmûrê daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyaniya ku ji aliyê hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Filîz Budak ve hate xwendin, wiha ye:

 “Em wek gelê penaber ê Mexmûrê êrîşa ku li ser nirx û hebûna me pêk hat û 4 hemwelatiyên me şehît ketin, hemû hêzên li hemberî vê bûyekê bê deng dimînin û hevkarên van kiryaran şermezar dikin.

Bi konseptekê êrîşên hemwext pêk anîne, dewleta dagirker li her qadeke ku Kurd serkeftin û destkeftiyan bi dest dixin, êrîş dike. Ev êrîşa li ser Mexmûr û Şengalê xweranegirtina dewleta Tirk a li hemberî hêza gelê Kurd e.

Gelê Wargeha Mexmûrê ku 25 sal e li xaka başûrê Kurdistanê dijî, bi dehan caran bi êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê re rû bi rû maye. Ji ber van polîtîkayên belavkirin û tasfiyekirina wargehê, vî gelî bi neçarî 8 wargeh guhertine. Gelê wargehê ku bi erêkirina Komara Iraqê û NY’yê li ser vê xakê bi cih bû. Di nava 2 salan de 2 caran rastî êrîşên hewayî hat û carekê 5, carekê jî 4 hemwelatiyên wê hatin şehîdkirin. Ruxmê ku wargeheke sivîl e û dibin parastina NY’ê de ye, pêkhatina van êrîşan bi serê xwe bêberpirsyariya hêzên peywendîdar radixe ber çavan. Em Kurd in û li başûrê Kurdistanê dijîn. Li hemberî van êrîşan bêdengiya hikumeta Herêma Kurdistanê û gel, ruxmê ku di bin sîwana NY’yê de ye, bêdengiya NY’ê û li beramberî îhlalkirina sînorê dewletê bêdengiya dewleta Iraqê dijminahiya li hemberî gelê Kurd û nirxên wê dide diyarkirin. Mexmûr qada destpêkê ye ku dijminê mirovahiyê DAIŞ lê hatiye şikandin.

Bêguman em baş dizanin ku ev êrîş ne tenê bi destê dewleta Tirk pêk tên, ev êrîşên li ser nirxên gelê Kurd, di asta navneteweyî de ne. Girankirina tecrîda li ser rêbertiya me, biryara der barê her sê pêşengên şoreşa me de û ev êrîş berdewama komploya navneteweyî ne û di encama tawîzdayîna hêzên ku hesabên wan li ser rojavayê Kurdistanê hene de, pêk tên.  Her wekî ku ji Erdogan re gotibin ‘Li Rojava em hene, ji ber wê li gorî pîvanên me tev bigere, lê li beramberî wê tu dikarî li cihên din hinek tiştan bikî.’ Her dema ku li Rojava pergal dibe mijara nîqaşê û dewleta Tirk li wir tengav dibe, êrîşî cihên din dike. Careke din dema mijar dibe Kurd û Kurdistan, tevahiya cîhanê rola 3 meymûnan dilîze; ‘min nedîtiye, nebihîstiye û ez tiştekî nizanim’. Di van êrîşan de zagonên NY’ê, sînorê dewleta Iraq û peymana Cinêvê tê binpêkirin, lê belê yek ji van aliyan dengê xwe dernaxe. Ev jî hesabên qirêj û veşartî dide diyarkirin.

Bêdengmayîn pejirandin û destûrdayîna ji bo êrîşên nû ye. Di 6’ê Kanûna 2017’an de êrîşeke hewayî li ser Wargeha Mexmûrê pêk hat û di encamê de 5 hemwelatî şehît ketin. Lê tevî hemû hewldan û bangewaziyan jî, NY li erk û berpirsyariya xwe xwedî derneket û rêya êrîşa ku 13’ê Kanûna 2018’an pêk hat, hiştibû. Ji ber vê yekem NY, dewleta Iraqê û Hikumeta Herêma Kurdistanê vedixwînin ku li erk û berpirsyariyên xwe xwedî derkevin. Qet nebe rûmeta xwe biparêzin, êrîşên li ser penaberên mêvanên xaka wan in û di bin parastina wan de ne, destek nekin. Lê li beramberî êrîşan berteka xwe nîşan bidin. Wek gelê wargehê em dipirsin; gelo wê berteka Hikumeta Herêma Kurdistanê li hemberî vê êrîşê çi be? Wê bersiva dewleta Iraqê li beramberî êrîşa li ser xaka wan çi be?

Em wekî penaberên Mexmûrê dibêjin hebûna me bi nirx, destkeftî û nasnameya kurdîniyê bi wate dibe. Li hemberî zor û zehmetiyan berxwedaneke bêhempa hatiye raberkirin û wê ji îro pê de jî hebûn û jiyana me li ser xeta berxwedan û têkoşînê be. Seferberiya niha li Rojava hatiye destpêkirin, em silav dikin û bang li tevahiya gelê Kurd yê li welat û derveyî welat dikin ku ji bo hebûn û nirxên xwe, ji bo serxistina xeta mirovahiyê dakevin qadan û bi şîara ‘Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ tev li seferberiyê bibin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên, “Bimire dagirker û emperyalîst”, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Bijî serok Apo”, “Şehîd namirin” bi dawî bû.

Piştî daxuyaniyê girseya gel vegeriya Navenda Çand û Hunerê û cenazeyên 4 şehîdan ber bi goristana şehîdan ve birin.