Li Kobanê rêzeçalakiyên 25'ê Mijdarê

Li kanotona Kobanê têkildarî 25‘ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser jinan rêzeçalakî hatin lidarxistin.

Li Kobanê rêzeçalakiyên 25'ê Mijdarê
Li Kobanê rêzeçalakiyên 25'ê Mijdarê
Li Kobanê rêzeçalakiyên 25'ê Mijdarê
Li Kobanê rêzeçalakiyên 25'ê Mijdarê
Li Kobanê rêzeçalakiyên 25'ê Mijdarê
Li Kobanê rêzeçalakiyên 25'ê Mijdarê
Li Kobanê rêzeçalakiyên 25'ê Mijdarê
Li Kobanê rêzeçalakiyên 25'ê Mijdarê
24 mijdar, 2018   15:56

KOBANÊ

Bi nêzîkbûna Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li ser Jinan Meclisa Jinên Sûriyê li navçeya Sirînê semînerek li dar xist. Semîner bi amadebûna bi dehan jinan li navenda çand û hunerê hate lidarxistin.

Di semînerê de endama Koordînasyona Meclisa Jinên Sûriyê Cîhan Efrîn rewşa siyasî li herêmê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker nirxand û wiha got, êrîş bi armanca têkbirina projeya netewa demokratîk û biratiya gelan pêk hat.

Cîhan di berdewama gotinên xwe de teqez kir ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve jin rastî hemû cureyên tundiyê hatiye, bi sedan jinên herêmê koçber bûn û hatin kuştin. Cîhan anî ziman ku tundiya li ser jinan tundiya li ser civakê ji ber ku jin bingeha civakê ye.

Her wiha Cîhan destnîşan kir ku jin hîma berdewamkirina jiyanê vedîtiye. Lê zihniyeta mêrdestiyê hemû mafên jinê jê bir û ew weke amûrek zayîna zarokan û xwedîkirina wan hişt. Ev rewş bi Şoreşa Rojava re ya ku bi şoreşa jinê tê naskirin, hate guhertin. Jin destanên lehengiyê û fedekariyê nivîsand û cihê xwe de hemû warên civakê de bi girt.

Semîner bi pêşandana senevîzyonek têkildarî berxwedana jinan di eniyên şer de bi dawî bû.

Bi heman armancê Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê semînek li navçeya Qenayê rojavayê Kobanê orgenîze kir. Bi dehan şêniyên navçeyê beşdarî semînerê bûn.

Her wiha Desteya Jinan a Kobanê bi heman mebestê pêşengehek li muzexaneya Kobanê orgenîze kir. Di pêşengehê de wêneyên girêdayî Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Ser Jinan û dirşûmeyên bi dawîkirina tundiyê hatin pêşkêşkirin.

(şx)

ANHA