Bi boneya 25'ê Mijdarê civîn û semîner

Bi wesîleya Roja Têkoşîna Şidetê li Dijî Jinan Kongreya Star rêze civîn û semîner li herêma Dêrikê û navçeya Girkê Legê li dar xistin.

Bi boneya 25'ê Mijdarê civîn û semîner
Bi boneya 25'ê Mijdarê civîn û semîner
Bi boneya 25'ê Mijdarê civîn û semîner
Bi boneya 25'ê Mijdarê civîn û semîner
Bi boneya 25'ê Mijdarê civîn û semîner
Bi boneya 25'ê Mijdarê civîn û semîner
18 mijdar, 2018   16:30

QAMIŞLO

Kongerya Star civîn li Mala Gel a bajarê Dêrîkê yê girêdayî Kantona Qamişlo li dar xist. Endamên saziyên sivîl û Hêzên Asayîşê û Tirafîkê beşdarî civînê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre Koordînatora Giştî ya Kongreya Star ya Herêma Cizîrê Daliya Henan axivî û behsa zulma ku li ser jinê bi rêya kevneşopiyên civakî û êlî tê meşandin kir û bi taybet di navbera jin û mêr de.

Daliya destnîşan kir ku Şoreşa Rojava rolek girîng di pêxistina jinan ve di hemû warên de siyasî û leşkerî  rêveberî lîstiye.

Henan di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser hevjiyana azad di havbera herdu zayîndan de û got hevjiyana azad bi xwe re jiyana civakî hevpar û temamkirî ava dike.

Civîn bi nîqaşan li ser rêbazên rêgirtina li ber tundiya li ser jinan bi dawî bû.

Girêdayî heman mijarê Kongreya Star a navçeta Til Koçerê du semîner li navenda navçeyê û bajarokê Girê Fatî ya girêdayî navçeyê orgenîze kir. Bi dehan şêniyên navçeyê û nûnerên jin ji Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê beşdarî semînarn bûn.

Di her du semîneran de endama rêveber a Kongreya Star Sîwan Elî axivî û got: "Dema em behsa jinê dikin, wê demê em behsa têkoşîn û berxwedanê bidawîkirina tundiya li dijî jinan dikin. Tundî ne tenê tundiya bedenî ye, lê belê tundiya aborî, siyasî û civakî ye."

Sîwan wiha domand: "Di dîrokê de jinê li dijî tundiyê têkoşiyaye. Lê dîsa jî bi tundiyê re li civaka mêrdestiyê di hemû aliyan û waran de rî bi rû ye. Divê em bi pêşde biçin û hemû jinan ji zihniyeta desthilatdariyê rizgar bikin."

Sîwan di dawiyê de rola jina Ereb, Kurd û Suryan di şoreşa Rojava de tekez kir û diyar kir ku jinê asta berxwedana xwe di hemû waran de bilin kiriyeû rola xwe di hemû waran de li Bakurê Sûriyê xurt kiriye.

Semîner bi nîqaş û bersiva pirsan bi dawî bû.

(şx)

ANHA