Komîteya Rêveberên Herêmî rêziknameya xwe amade dike

Meclisa Rêveber û Desteya Rêveberên Herêmî yên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca danîna rêziknameyeke hevpar ji her heft komîteyên rêveberiyên sivîl û xweser komîteyek ava kir.

Komîteya Rêveberên Herêmî rêziknameya xwe amade dike
14 mijdar, 2018   15:12

GIRÊ SPÎ

Meclisa Rêveber a Rêvebriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Desteyên Rêveberên herêmî ya girêdayî wê, bi deste û komîteyên şaredariyan ên rêveberiyên xweser û sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re civiya.

Civîn li avahiya Desteyên Rêveberiya Xweser yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li navçeya Eyn Îsayê pêk hat. Di civînê de  hevserokên Meclisa Rêveber Ebdhamid El-Mihbaş û Bêrîvan Xalid, hevserokên Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jozêf Lehdo û Mediya Bozan, nûnerên deste û komîteyên şaredariyan yên rêveberiyên xweser û sivîl yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûn.

Beşdaran li ser girîngiya pêşxistina rewşa xizmetguzarî li herêmên Bakurê û Rojhilatê Sûriyê wekî (xebatên şaredariyan, av, kanalîzasyon, firne, avahîsazî û hwd" axivîn.

Her wiha biryar hat girtin ku komîte û desteyên herêmên Bakur û Rojhilatê her mehane li hev bicivin û xebateke koordîne pêk bînin.

Di civînê de ji bo danîna rêziknameya Desteya Rêveberên Herêmî komîteyeke ji 7 endaman hate avakirin

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînên xwe yên bi komîte û desteyên rêveberiyên sivîl û xweser didomînin.

(jo)

ANHA