'Armanca destdirêjiyan têkşikandina projeya me ya demokratîk e'

Kongreya Star a Hesekê êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî Bakurê Sûriyeyê şermezar kirin û diyar kir ku armanc ji van êrîşên dagirker ew e ku projeya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê têk bibin. Her wiha destdirêjiyên çeteyên DAIŞ'ê der heqê jinan de şermezar kirin.

'Armanca destdirêjiyan têkşikandina projeya me ya demokratîk e'
13 mijdar, 2018   11:43

HESEKÊ

Kongreya Star a navçeya aliyê başûr ê bajarê Hesekê li Navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya Taxa Muftî ya bajarê Hesekê bi daxuyaniyekê destdirêjiyên li dijî îradeya jinan şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê endama Komîteya Têkiliyan a Kongreya Star Silava Şêxmûs ve bi beşdarbûna bi dehan endamên Kongreya Star hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku giştî Sûriye di rewşeke aloz de ye û gelek rêxistinên terorîst di Sûriyeyê de belav bûne û ew wek Kongreya Star parastina mafên jinan dikin û wiha hate gotin: "Em wek rêveberên navçeya aliyê başûrê bajarê Hesekê destdirêjiyên çeteyên DAIŞ'ê der heqê jinan de bi tundî şermezar dikin."

Di daxuyaniyê de her wiha destdirêjiyên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û hate gotin ku armanc ji van êrîşan têkşikandina projeya demokratîk û biratiya gelan e.

ANHA