Bernameya çalakiyên 25`ê Mijdarê li Kobanê hate eşkerekirin

Kongreya Star bi hevkariya Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li Dijî Şîdeta li ser Jinan û Komeleya Mafên Mirovan bi daxuyaniyekê bernameya rêzeçalakiyên 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan li Kobanê eşkere kir.

Bernameya çalakiyên 25`ê Mijdarê li Kobanê hate eşkerekirin
13 mijdar, 2018   10:59

KOBANÊ

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan jinên Kobanê û jinên ku cihê xwe di nava saziyan de digirin, li Qada Jina Azad hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Kongreya Star Madlên Şêx Xidir ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Bi navê Kongreya Star a herêma Firatê, li dijî tundiya li ser jinan tê meşandin, di heman demê de berdewama hemleya ji bo azadiya Rêber Apo û piştgiriya Efrînê û herî dawî jî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava tên kirin, ku di encamê de sivîl û zarok tên hedefgirtin; li dijî vê yekê me dest bi hemleya têkoşîna li dijî tundî û tecrîdê kiriye.

Di vê çarçoveyê de me bernameyek ji bo 25`ê Mijdarê hazir kiriye, bername bi vî rengî ye;

14 Mijdar; broşur dê werin belavkirin,
16 Mijdar; hemleya semîneran dest pê dike,
17 Mijdar; komkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêber Apo,
18 Mijdar; li gundê Elpelûrê semîner dê bê dayîn û name bên şandin,
19 Mijdar; li mûzexaneyê pêşengeh û pelên istibiyan bên pêşkêşkirin,
20 Mijdar; meşa jinan dê were lidarxistin,
21 Mijdar; şanoya Kevana Zarîn saet di 11:00’an de Navenda Arîn Mîrkan dê were lidarxistin,
22 Mijdar; semîner û sînevîzyon li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido dê bê lidarxistin,
23 Mijdar; li Şêranê semîner û sînevîzyon bê lidarxistin,
24 Mijdar; li gundê Qinê semîner û sînevîzyon bên lidarxistin, her wiha li Sirînê dê semînerek ji aliyê Meclisa Jinên Sûriyeyê ve bê dayîn,
25 Mijdar; meşa giştî li Qada Azadî heta Qada Peykerê Jinê dê pêk were."

Daxuyanî bi dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî” û “Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(şm-hk)

ANHA