Tecrîda li ser Ocalan û êrîşa li dijî Bakurê Sûriyeyê hatin şermezarkirin

Buroya Jinan a sazî û meclisan bi hevkariya Kongreya Star û Tevgera Kevana Zêrîn ên kantona Qamişlo xwepêşandanek li bajarê Amûdê organîze kir û tê de êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Tecrîda li ser Ocalan û êrîşa li dijî Bakurê Sûriyeyê hatin şermezarkirin
Tecrîda li ser Ocalan û êrîşa li dijî Bakurê Sûriyeyê hatin şermezarkirin
Tecrîda li ser Ocalan û êrîşa li dijî Bakurê Sûriyeyê hatin şermezarkirin
Tecrîda li ser Ocalan û êrîşa li dijî Bakurê Sûriyeyê hatin şermezarkirin
Tecrîda li ser Ocalan û êrîşa li dijî Bakurê Sûriyeyê hatin şermezarkirin
10 mijdar, 2018   12:31

QAMIŞLO

Di bin dirûşmeya "Gelî jinan, ji bo Efrînê serî hildin" de bi sedan jinên kantona Qamişlo ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê xwepêşandanek organîze kir.

Xwepêşandanê li pêşiya Navenda Horî ya Çand û Hunerê dest pê kir. Xwepêşandêran posterên Ocalan û pankartên bi nivîsên wekî "Bi îradeya jinên azad dagirkeriya Tirk dê were şikandin", "Gelî jinan, ji bo rizgarkirina Efrînê serî hildin", "Bi hêza jinên birêxistinkirî em dijmin hilweşînin û azadiyê pêk bînin", "Em sond dixwin ku em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û Rêber Apo rizgar bikin" hildan. Xwepêşandêran dirûşmeyên banga azadkirina Ocalan û şermezarkirina êrîşên artêşa dagirker qîriyan.

Xwepêşandan di nava kolanên bajêr re geriya û li qada Jina Azad rawestiya. Li vir xwepêşandan veguherî çalakiyekê. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Tevgera Kevana Zêrîn a girêdayî Desteya Çand û Hunerê Ahîn Mihemed daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev çend sal e hatiye tecrîdkirin û armanca desthilatdaran ew e ku bi vê tecrîdkirina Ocalan gelên Rojhilata Navîn ji fikr û felsefeya Ocalan dûr bixin û wiha hate gotin: "Em wek jin tu carî vê siyaseta desthilatdaran qebûl nakin. Şoreşa Rojava bi saya fikra Ocalan bi ser dikeve. Şoreşa jinan bûye nimûneya jiyana azad a azadîxwaz û demokrasîxwazan.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di van demên dawîn de hikumeta AKP'ê êrîşên xwe li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê zêde kirine û bi van êrîşên xwe hewl dide projeya neteweya demokratîk li Rojava têk bibe, her wiha nirxên ku bi saya hevgirtina pêkhateyên herêmê hatine parastin, têk bibe.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku gelê Rojava bi pêşengiya jinan xwe bi rêxistin kiriye û pêdiviya wan bi dewletên derve tune ye û wiha pê de çû: "Em wek jin, em ê çanda neteweya demokratîk li hemberî hemû êrîşên faşîst ava bikin. Azadkirina Ocalan û pêkanîna aramiyê rêbaza tekane ye û bi pêşengiya jinan dagirkerî dê were hilweşandin."

Piştre Koma Kevana Zêrîn stran pêşkêş kirin. Xwepêşandan û çalakî bi dirûşmeyên dilsoziya bi berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê bi dawî bû.

ANHA