Dewleta Tirk zirarê dide cotkarên li ser sînor

Artêşa Tirk a dagirker rêzekiryarên xwe yên hovane ku li kantona Efrînê pêk tîne, niha jî li ser sînorê Kobanê dubare dike. Ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker cotkar nikarin biçin nava zeviyên xwe yên li ser sînor û berhemên zeytûnên xwe berhev bikin.

Dewleta Tirk zirarê dide cotkarên li ser sînor
Dewleta Tirk zirarê dide cotkarên li ser sînor
Dewleta Tirk zirarê dide cotkarên li ser sînor
Dewleta Tirk zirarê dide cotkarên li ser sînor
Dewleta Tirk zirarê dide cotkarên li ser sînor
Dewleta Tirk zirarê dide cotkarên li ser sînor
Dewleta Tirk zirarê dide cotkarên li ser sînor
3 mijdar, 2018   10:25

DÎCLE EHMED / KOBANÊ

Artêşa Tirk a dagirker ji nuqteyên xwe yên li ser sînor sivîlên ku diçin nava zeviyên xwe dike hedef. Dagirker nahêlin şênî biçin nava zeviyên xwe da ku berhemên zeytûnên xwe berhev bikin û her kesê ku diçin nava zeviyên xwe guleyan ber bi wan ve direşînin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser xaka Sûriyeyê tê wateya binpêkirinê, jiyana sivîlan dixe xetereyê.

Êrîşên artêşa Tirk  a dagirker li ser xaka Bakurê Sûriyeyê berdewama hovîtiya wan li Efrînê ye. 20`ê Çileya 2018`an kiryarên wan ên nemirovî zêde bûn û her tiştê ku rastî wan dihat, topbaran dikirin.

Di êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser Efrînê de bi sedan sivîl birîndar û şehîd bûn, her wiha bi hezaran hatin girtin. Binesaziya kantonê hate rûxandin. Efrîn ji bajarên Sûriyê yên herî ewle bû. Bi milyonan koçberên ji Sûriyeyê xwe li wê derê bi cih kir.

Dewleta Tirk beriya dîwarê di navbera bakur û rojavayê Kurdistanê de lê bike, zêdetirî 2 hezar darên zeytûnan rakirin û 40 metre ji xaka kantonê dagir kir.

Şêniyên herêmê ji ber kiryar û hovîtiya artêşa Tirk ku di demên dawîn de bi çekên sivik û giran êrîşî gundewarên Kobanê û Girê Spî kir, hêrs bûn û bêdengiya navdewletî der barê êrîşên dewleta Tirk li ser xaka Rojava de şermezar kir.

Şêniyan tekez kir ku ew ji gefên Erdogan û êrîşên wî natirsin û destnîşan kir ku dê heta dawiyê li ber xwe bidin û tu carî dev ji xaka xwe bernadin.

Fatma Hesen a ji gundê Sêlim a li ser sînor, beriya çend rojan gundê wan rastî êrîşên artêşa Tirk a dagirker hat, got artêşa Tirk a dagirker ku xwe li ser sînor bi cih kiriye, rojane wan dike hedef, derfet nade wan ku biçine zeviyên xwe û berhemên zeytûnên xwe berhev bikin. Fatma destnîşan kir ku Erdogan û hikumeta wî xaka Sûriyeyê binpê dikin û jiyana wan di xetereyê de.

Cotkarê bi nava Mistefa Lalo yê ji gundê Kor Elî yê rojavayê bajarê Kobanê û li ser sînore ku beriya niha bi çend rojan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bû hedef, diyar kir ku ew dixwazin berhemên zeytûnên xwe berhev bikin lê ji ber wê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve dibin hedef.

Mistefa di axaftina xwe de destnîşan kir ku dema artêşa Tirk a dagirker dîwarê li ser sînor lê kir, 15 metre ji xaka wan dagir kir û zêdetirî hezar darên zeytûn û fistiqan rakirin.

Ji aliyê xwe ve Celîk Şêxo yê ji gundê Kor Elî, bêdengiya navdewletî der barê siyaseta Erdogan de şermezar kir û diyar kir ku ew rojane ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve têne topbarankirin û diyar kir ku ew nikarin biçin nava zeviyên xwe da ku berhemên zeytûnên xwe berhev bikin. Şêxo tekez kir ku ew xwediyê xakê ne, ji mirinê natirsin û heta dawiyê dê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin.

(bx)

ANHA