Rêveberiya Jinên Reqayê dest bi pêngava li dijî tundiya li ser jinan kir

Rêveberiya Jinên Reqayê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan dest bi çalakyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan kiriye.

Rêveberiya Jinên Reqayê dest bi pêngava li dijî tundiya li ser jinan kir
2 mijdar, 2018   12:48

REQA

Rêveberiya Jinan a Reqayê bi daxuyaniyekê ragihand ku dest bi hemleya çalakiyên 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan kir. Çalakiyên wan mîna semîner û daliqandina pankartan in.

Daxuyanî li pêşiya Navenda Mala Jinan ji hêla Xewla El-Îsa ve hate xwendin. Bi dehan jinên bajarê Reqayê di çalakiyê de beşdar bûn. Rêveberiya Jinan a Reqayê û gundewarên bi hevakariya Yekitiya Jinên Ciwan di daxuyaniya xwe diyar kir ku 1`Mijdarê wan dest bi hemleya çalakiyên 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan kiriye.

Mînaka herî berbiçav a tundiya li ser jinan, ew e ku di van demên dawîn de çeteyekî li bajarê Cerablûsê 90 gule li xwîşka xwe Reşa Bisîs reşandin û ev yek nîşana zîhniyeta baviksalar e ku di Sûriyeyê de li dijî jinan derketiye asta herî jor.

Di hemleyê de semînerên pêşxistina hişmendiya jinan dê bêne organîzekiriin û dê mafên jinan bi wan bidin pênasekirin. Hemle dê bi belavkirina belavokan û daliqandina pankartan ku têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan nîşan didin were destpêkirin.

Zewicandina di temenên biçûk de jî diyardeyeke li herêmê belav bûye û di hemleyê de şanoyên girêdayî vê mijarê dê bêne pêşandan.

Di dawiya hemleyê de di 25'ê Mijdarê de xwepêşandaneke girseyî ji aliyê jinan ve dê were organîzekirin. Daxuyanî bi dirûşmên banga azadiya jinan bi dawî bû.

ANHA