Jinên Efrînê: Dewleta Tirk keda me dixwe

Jinên Efrînê piraniya demên xwe di nav zeviyên zeytûnê de diborandin da ku hilberînê berhev bikin. Lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî dagirkirina Efrînê, bi zanabûn daran hil dikin û keda jinan dixwin.

Jinên Efrînê: Dewleta Tirk keda me dixwe
Jinên Efrînê: Dewleta Tirk keda me dixwe
Jinên Efrînê: Dewleta Tirk keda me dixwe
Jinên Efrînê: Dewleta Tirk keda me dixwe
Jinên Efrînê: Dewleta Tirk keda me dixwe
17 cotmeh, 2018   06:41

FÎDAN EBDULLAH / ŞEHBA

Jinên Efrînê ku ji ber dagikeriyê neçar man ji malên xwe derkevin û li Şehbayê bi cih bûn, nerazîbûnên xwe li hember binpêkirinên dagirkera Tirk a ku şikandina vîna jinan bi talankirina xwezayê armanc dike anîn ziman.

‘Darên zeytûnê jêdera debara me ya jiyanê bû’

Têkildarî mijarê dayîka Nazîfa Şahîn(70 salî) a ji şêniyên gundê Kobeka yê girêdayî navçeya Mabatayê destnîşan kir ku di dirêjahiya temenê xwe de ji bo mezinkirina darên zeytûnê gelek ked daye. Nazîfa anî ziman ku ji bo debara xwe ya jiyanê wê hemû pereyên xwe kirin xizmeta xwedîkirina zeytûnan.

Nazîfe diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê darên wan qut dikin û zeytûnên wan tala dikin û wiha dewam kir:"Ji ber van kiryarên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ez gelek xemgîn im. Hêzên dagirker keda me dixwin.”

‘Em xwediyê vê erdê ne û em ê vegerin’

Ji aliyê xwe ve dayîka Salihe Mihemed a ji şêniyên gundê Xazyana yê navçeya Mabata got:"Ez û hevjînê xwe bi tenê li gundê dijîn. Her sal piştî kedeke mezin me zeytûnên xwe berhev dikirin. Me bi zeyta zeytûnan debara xwe ya jiyanê dikir. Lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê em ji milkên me bê par hiştin."

Salihe talankirina artêşa Tirk mewsima zeytûnê şermezar kir û got: "Em xwediyên vê erdê ne û em ê vegerin. Me gelek berdêlên giranbuha dane. Lê niha dagirkera Tirk keda me dixwe."

Dayîka Emîne Seydo jî kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kir û destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ji van binpêkirinan, talankirina milkên şêniyên herêmê û wêrankirina çanda gelan e.

Artêşa Tirk a dagirker piştî dagikirina Efrînê bi zanabûn çand û kevneşopiyên herêmê talan û wêran dike. Xwezaya bajêr talan kir û gelek darên zeytûnê hilkir. Şêniyên Efrînê di asta yekemîn de debara xwe bi hilberîna zeytûnê peyda dikin. Jinên Efrînê jî ta mezinkirina dara zeytûn û berhevkirina hilberînê kedek mezin didin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku heta niha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zêdetirî 8 hezar darên zeytûnê hilkirine.

(şx)

ANHA