Pompeo bang li hikumeta Tirk kir: Welatiyên din ên Amerîkayê berde

Wezîrê Karê Derve yê DYA Mîke Pompeo bang li hikumeta Tirk kir ku erkdarên dîplomatîk û Amerîkayên din ‘bi lez berde’.

Pompeo bang li hikumeta Tirk kir: Welatiyên din ên Amerîkayê berde
13 cotmeh, 2018   07:24

NAVEND  NÛÇEYAN

Mîke Pompeo têkildarî berdana keşeyê Amerîkî Andrew Brûnson ji aliyê daraza hikymeta Tirk ve ku bi sûcên giran dihate darizandin daxuyaniyek da.

Pompeo li ser hesabê xwe yê Twîtterê têkildarî berdana Brûnson wiha got:“Ji bo Amerîkayê rojek mezin e. Hemwelatiyekî din ê Amerîkayê azad bû. Em ê dîlgirtiyên din jî vegerînin malên wan.”

Pompeo got:“Bila cîhan bizane Serokê DYA û Wezareta Karê Derve ji bo dîlgirtiyên Amerîkayekî yên bê maf hatine girtin, ji bo vegera wan a malê kar dike.”