‘Cib El-Furat’ hovîtiya çeteyan vedibêje

Yek ji derverên ku şahidiya hovîtiya çeteyên DAIŞ‘ê kiriye, bîra Cib El-Furat e. Çeteyên DAIŞ‘ê gelek sivîl bi saxî an mirî avêtin vê bîrê.

‘Cib El-Furat’ hovîtiya çeteyan vedibêje
‘Cib El-Furat’ hovîtiya çeteyan vedibêje
‘Cib El-Furat’ hovîtiya çeteyan vedibêje
‘Cib El-Furat’ hovîtiya çeteyan vedibêje
‘Cib El-Furat’ hovîtiya çeteyan vedibêje
13 cotmeh, 2018   06:47

EYŞA MIDEWER / TEBQA

Bîra Cib El-Furat yek ji bîrên li başûrê çemê Firatê, li ser rêya nêçîrvanan a ku digihîje gundê Sefsafê dikeve. Bîr di salên 80‘yî yên sedsala borî de hate kolandin, firehiya wê 12 metre û kûrbûna wê jî derdora 20 metre ye.

Cib El-Furat jî ji hovîtiya çeteyên DAIŞ‘ê nefilitî, nemaze ku çeteyên DAIŞ‘ê kiryarên wan ên nemirovî der heqê sivîlan de pêk dianîn. Çeteyan sivîl, bi taybet jin bi saxî yan mirî diavêtin bîrê.

Cil El-Furat yek ji herêmên xumamî ye ku çeteyan lê kiryarên xwe yên kuştin, îdam û hwd li dijî sivîlan pêk dianîn. Li gorî hin şahidan, dibe ku cenazeyên bi sedan sivîlan, piranî jin, di hundirê bîrê de hebin. Lê ev dever dûrî çavên her kesî bû.

Hin niştecihên nêzî vê herêmê û masîvan dibêjin ku wan bi çavê xwe dîtiye ku çete gelek caran li ber bîrê kom dibûn, dengê guleyan jê nêzî bîrê dihat bihîstin, her wiha wan bermahiyên xwînê dîtin.

Neçîrvanekî ji gundê Sefsafa yê rojhilatê Tebqayê ku nexwest navê xwe aşkera bike, dibêje ku rojekê ji rojên bihara 2016‘ê çeteyan 4 sivîl di nav de yek jin, ber bi bîrê ve birin û bi guleyan ew kuştin û ew avêtin bîrê.

Şêniyên deverên nêzî bîrê tekez kir ku di saetên dereng ên şevê de dengê guleyan û qirîna sivîlan ji nêzî bîrê dihate bihîstin.

Ji ber xwezaya herêmê û tozê, tu kes nikare nêzî vê deverê bibe û bûyerên ku li vir pêk hatine, nas bike.

ANHA