QSD: Çeteyên DAIŞ‘ê êrîşî koçberên kampa Îwa kirin û şervanan bersiv da

Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê diyar kir ku koçberên Kampa Îwa dike hedef

QSD: Çeteyên DAIŞ‘ê êrîşî koçberên kampa Îwa kirin û şervanan bersiv da
12 cotmeh, 2018   21:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê der barê mijarê daxuyaniyeke li ser malpera xwe weşand.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

"Rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê bi hedefgirtina koçberên kampa Îwayê ya li beramberî bajaroka Behrayê ya rojhilatê Dêrazorê rûyê xwe yê dermirovî careke din aşkera dike.

Terorîstên ji bahoza tozê ku li herêmê rû dide, sûd wergerin û êrîşê sivîlên kampa koçberên Hecînê ya li beramberî Behrayê kirin, di heman demê de tevgera şaneyên veşartî di hindirê kampê de hebû, şervanên me QSD‘ê bersiva êrîşa wan û li hemberî wan şer kir da ku sivîlan biparêze.

Şer bi saetan berdewam kir. Di encamê de hejmarek şervanên me ku bi lehengî şer kirin gihiştin asta şehadetê. Di şer de zêdeyî 20 terorîst hatin kuştin, yên din hejmareke sivîl revandin û reviyan.

Yekîneyên taybet ên hêzên sivîlên kampê dibin herêmên bi ewle."