ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13.10.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13.10.2018
13 cotmeh, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Bermahiyên ku hovîtiya çeteyên DAIŞ‘ê  vedibêje heya niha tê dîtin, lê ji bo rêxistinên cîhanî û hiqûqa mafê mirovan xumamî ye. Gelek dever hene, şahidên sûcên ne mirovî yên DAIŞ‘ê ne, ku di bîra şêniyan de mayinde ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) di salên dawîn gavên girîng ber bi pêşxistina pergala perwerdeyê li Bakurê Sûriyeyê ve avêt, ku her xwendekarek bi zimanê xwe yên dayikê fêr bibe, di heman demê de meteryalên perwerdeyê bi zimanên "Erebî, Kurdî û Suryanî" amade kir. Her wiha bi hezaran mamoste li ser meteryalan, rêbazên danûstandina di navbera xwendekar û mamosteyan perwerde kir. (BI WÊNE).

-POLÎTÎKA

-Tevgera Civaka Demokratîk rêzecivînên nirxandinên geşedanên siyasî ji şêniyên Efrînê yên li Şêrewa û Şehbayê didomîne. Di vê çarçoveyê de civîneke li gundê Babnisê tê lidarxistin, saet 17:00. Bi heman armancê rêxistina PYD‘ê ya navçeya Amûdê civînekê li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star a Kontona Kobanê ji bo şermezarkirina komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civînekê li navneda çand û hunerê ya Baqî Xido li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Bi dirûşmeya "Ji bo em pirtûkên xwe ji bîr nekin" û bi armanca bîranîna nivîskarê Kurd Tewfîq El-Huseyînî, navenda Horî ya Çand û Hunerê ya navçeya Amûdê pêşangeha pirtûkan vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Duyemîn Mîhrecana Wêje ya Osman Sebrî ku li navenda çand û hunerê ya Mihemed Şêxo tê li darxistin bi dawî dibe, saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê nexweşiya tîfo ji ber xwarin û vexwarina qirêj belav bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çotkarên navçeya Tirbespiyê li şûnê semadê zibilê sewalan bi kar tînin, ji ber rêjiyeke bilind ji netreojin tê de heye fêde li şînkahiyê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tenûr, ku xwedî dîrokek kevin e  bi derketina firneyan re heliyan, lê mercên heyî de û ji hewcedariyê dîsa têne bi karanîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şaredariya Gel a Kistar bi derfetên kêm xizmetê pêşkêşî şêniyên gundewearên başûrê bajarê Reqayê dike û ji bo demên pêş de pilansazî daniya pêşiya xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-‘Cebsîn‘ ku ji bo boyaxkirina malên kelpîç tê bi karînîn, qûta gelek malbatên gundewarên rojhilatê navçeya Eyn Îsayê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şaredariya Gel a bajarê Hesekê diyar kir ku erdên li rex çemê Çeqçeq ê bajarê Hesekê mulkê şaredariyê ye û avakirin lê qedexe ye. Şardariyê destnîşan kir ku hemû belgeyên beriya 2011‘an sexte ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA