Serçeteyê DAIŞ’ê tifaqa DAIŞ û Tirkiyeyê aşkera dike

Roj bi roj têkiliyên di navbera dewleta Tirk û rêxistina terorê DAIŞ’ê de aşkera dibin. Vê carê serçeteyê DAIŞ’ê yê ji Îtalyayê yê bi navê Semîr Bogana, qala têkiliyên DAIŞ û Tirkiyeyê yên qirêj  kir.

Serçeteyê DAIŞ’ê tifaqa DAIŞ û Tirkiyeyê aşkera dike
15 îlon, 2018   05:09

SEYFÎ QADIR / NAVENDA NÛÇEYAN

Semîr Bogana yê ji Îtalyayê bi eslê xwe ji Mexrîbê ye û di sala 1994’an de li Îtalyayê ji dayik dibe. Ji bo xwendinê li gel malbata xwe berê xwe dide Almanyayê û li wir mezin dibe. Li Almanyayê jineke Tirk nas dike û bi wê re dizewice. Di destpêka 2011’an de hin kesên terorîst li Almanyayê nas dike û nêzî wan dibe. Kesekî bi navê Ebû Ebdullah El-Almanî ku ev kes girêdayî MÎT’a Tirkiyeyê ye, nas dike. Ebû Ebdullah El-Almanî çûna Sûriyeyê û tevlêbûna di nav komên çete de ji wî re pêşniyar dike. Semîr Bogana vê pêşniyarê qebûl dike. Ebû Ebdûllah El-Almanî ji bo ku wî derbasî Sûriyeyê bike bi xwe re tîne Tirkiyeyê.

Ebû Ebdullah El-Almanî kî ye?

Ebû Ebdullah El-Almanî ji Almanyayê ye û bi eslê xwe ji Mexrîbê ye. Li Almanyayê ji dayik bûye û li wir dijî. Girêdana xwe bi MÎT’a dewleta Tirk re û DAIŞ’ê re heye. Di bin navê alîkariya mirovî de li Almanya û Ewropayê alîkarî kom kiriye. Ev alîkarî bi rêya Tirkiyeyê ji komên çete yên li Sûriyeyê re bi rê kiriye.

Çeteyê DAIŞ’ê Semîr Bogana dide diyarkirin ku ew ji balafirgeha Dusseldorf a Almanyayê derket û li balafirgeha Stenbolê daketiye. Ji Stenbolê bi otobusê ber bi Antakyayê ve çuye. Li Antakyayê çend rojan li gel komeke çeteyên biyanî di nav kampa girêdayî MÎT’a Tirk de maye. Semîr Bogana dibêje ku li Antakyayê kesen ku ji welatên cur bi cur tên li vê kampa taybet tên pêşwazîkirin û hemû pêdiviyên wan tên pêkanîn. Ev kamp di bin ewlehiya MÎT’ê de tê parastin. Piştre MÎT wan derbasî Sûriyeyê bajarê Laziqiyeyê û Cebel El-Ekrad (çiyayê Kurdan) dikin û di nav Cindî El-Şam de bi cih dikin.

Gava çeteyê DAIŞ’ê Semîr Bogana derbasî Sûriyeyê dibe, di nav Cindî El-Şam de dimîne û li bajarê Laziqiye li dijî rejîma Baas a Sûriyeyê şer dike. Di vê demê de komeke Alman a di bin fermandariya Ebû Omer El-Almanî de nas dike û tev li DAIŞ’ê dibe.

DAIŞ talîmatên xwe ji Tirkiyeyê digire

Çeteyê îtalî dîyar dike ku li Laziqiyeyê li dijî rejîma Baas şer kiriye, lê rojekê ji fermandariya DAIŞ’ê talîmat jê re hatiye ku ji Laziqiyeyê vekişin û ber bi bakurê Helebê ve biçin. Bogana wiha dibêje: “Ji me re rêya ku em tê re derbasî bakurê Helebê bibin, diyar kirin. Em ji Laziqiyeyê vekişiyan, derbasî Tirkiyeyê bûn û bi rêya Antakya û Dîlokê derbasî Cerablûsê bûn. Di dema vekişandina me de Tirkiyeyê gelek alîkariya me kir. Di rêya vekirina sînor, derbaskirina çek û cebilxaneyê û hêsankirina her cure karê me de alîkariya me kirin. Piştî derbasbûna me, ji me re gotin hûn ê ji îro şûnde li hemberî Kurdan şer bikin.”

Piştî ku Tirkiye wan ji Laziqiyeyê derbasî bakurê Helebê dike, çeteyê Îtalî demekê li Cerablûse dimîne û piştre diçe Dêrazorê. Di nav koma xwekûjan de dimîne û piştre derbasî Reqayê dibe. Bi karê têkiliyên derve re mijûl dibe. Karê wî yê sereke ji welatên derve bi taybetî jî welatên Ewropayê tevlêbûna biyaniyan re mijûlbun buye. Her wiha di navbera Tebqa û Meyadînê de kar kiriye û di êrîşa li ser balafirgeha leşkerî ya Kueris a bakurê Helebê de cih girtiye.

Tekiliyên Tirkiye û DAIŞ’ê

Ebû Ebdullah El-Muhacir wiha qala têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re dike: “Em dema di nav Tirkiyeyê re diçûn û dihatin, dewlata Tirk tu carî ji me nepirsî ka em bi ku ve diçin û her demê sînorê Tirkiyeyê ji bo derbaskirina çek û cebilxane û her cure alîkariyê vekirî bû. Min bi çavên xwe dît ka çawa Tirkiye çek û cebilxaneyê di Girê Spî (Til Abyad) re derbasî Sûriyeyê kir û radestî me kir.”

Ebû Ebdulah El-Muhacir dibêje, Tirkiye bakurê Sûriyeyê wek para xwe hesab dike û bi rêya DAIŞ’ê dixwest armanca xwe pêk bîne. Li Sûriyeyê xwe bi cih bike û her wiha Tirkiyeyê dixwest bi rêya DAIŞ’ê û hin komên din ên çete erîşî Kurdan bike. Di berdewama gotinên xwe de Semîr Bogana dibejê Tirkiyeyê dixwest hebûn û hêza Kurdan tune bike û wiha pê de diçe: “Mînaka herî mezin; çawa Tirkiyeyê alîkarî da me ku em ji Laziqiyê vekişin û ber bi heremên Kurdan ve biçin. Ji şerê rejîma Baas bêhtir, şerê DAIŞ û Kurdan esas hat girtin. Armanca sereke ya Tirkiyeyê bi rêya DAIŞ û hin komên çekdar di hundirê Sûriyeyê de destkeftiyên Kurdan werin binpêkirin bû.”

Çeteyên DAIŞ’ê ber bi Tirkiyeyê ve direvin? 

Bogana gotinên xwe wiha didomîne: “Ji me re hat gotin ku Tirkiye endamên DAIŞ’ê hembez dike û wan diparêze. Wan radestî dewletên wan nake. Endamên DAIŞ’ê dikarin bi azad li Tirkiyeyê bijîn. Mînaka herî biçûk hevalekî me yê ji Awusturyayê dema xwe radestî dewleta Tirkiyeyê kir, Tirkiyeyê ew parast û radestî Awusturyayê nekir. Ruxmî ku Awusturyayê ew ji Tirkiyeyê xwest. Tirkiye li pêş raya giştî dibêje ez endamên DAIŞ’ê dadgeh dikim, lê ew tişt derew e. Tirkiye alîkarîya me dike û endamên me ji bo xwe bi kar tîne. Wan rê dike welatekî û dixwaze li wan deran tevliheviyan çêke.”

Tirkiye dibêje ez şerê DAIŞ’ê dikim, lê ev çi qas rast e?

“Min ji xwe dipirsî çawa Tirkiye dibêje ez şerê DAIŞ’ê dikim, di heman demê de alîkarî dida me û her tişt ji me re pêşkêş  dikir. Di her milî de alîkarî dida me. Ji bo ku DAIŞ hilneweşe Tirkiye me komî ser hev dikir ku me ji nû ve li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne.

Ne Tirkiye buya, DAIŞ ew qasî mezin nedibû û şerê Sûriyeyê fireh û dirêj nedibû. Bi destpêkirina şerê Sûriyeyê re Tirkiyeyê alîkarî dida komên çete û DAIŞ’ê. Sînorê xwe bi Sûriyeyê ve vekir û ev yek bû sedema derbasbûna bi hezaran kesan ku tevlî van komên çekdar bibin. Vê yekê hişt ku şerê Sûriyeyê dûr û dirêj bibe. Ne bi alîkarîya Tirkiyeyê bûya ez û wekî min bi hezaren kes nedihatin Sûriyeyê û tev li van koman nedibûn. Ewlehiya Sûriyeyê xirab jî nedibû.

Ez gelekî poşman bûm ku tev li komên terorîstan bûm. Ku ez tevlî van komên çete nebûma, wê pêşeroja min xweştir bûya. Min ê jiyaneke xweş û xwezayî li gel malbata xwe derbas kiriba. Ez bangî her ciwanekî û kesên dixwazin tev li rêxistinên terorîst bibin dikim, bila baş bifikirin û pewîst e kiryarên van rêxistinan baş bizanibin û nebin alav ji hin dewletan re.”

ANHA