Sersaxî ji malbatên şehîdên azadiyê re hate xwestin

Bi sedan welatiyên herêma Dêrîkê, Girkê Legê û gundên girêdayî wê, çûn navenda şehîd Bawer a ciwanan li Dêrîkê û sersaxî ji malbata 3 şehîdan re xwestin.

Sersaxî ji malbatên şehîdên azadiyê re hate xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîdên azadiyê re hate xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîdên azadiyê re hate xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîdên azadiyê re hate xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîdên azadiyê re hate xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîdên azadiyê re hate xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîdên azadiyê re hate xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîdên azadiyê re hate xwestin
7 îlon, 2018   11:46

QAMIŞLO

Gel sersaxî ji malbatên şehîd Berxwedan Rojhilat, Qadir Ocar û Herekol Dêrîk re xwestin.

Di merasîma sersaxiyê de, welatiyên herêma Dêrîkê û navçeyên wê, saziyên sivîl, partiyên siyasî, older, şervanên YPG û YPJ, Hêzên Asyîşê û Erka xweparastinê amade bûn.

Piştî deqeyekê rêzgirtinê fermandarê YPG'ê li Dêrîkê Hawar Dêrîk axivî û soza şopandina riya şehîdan nû kir .

Paşê endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrîkê Elî Oryan li ser lehengiya ku şehîdan dane û erka ku li ser milê hemû pêkhateyên Bakûrê Sûriyê di parastina destkeftiyên şoreşê dikeve, axivî.

Herwiha li ser navê Kongra Star, Oldaran, partiya Yekitiya Demokratîk, Meclisa navçeya Beravê axaftin hatin kirin.  Axeftvanan bal kişand li ser lehenga şehîdan û soza xwe ji bo şopandina rêya şehîdan nû kirin.

Malbatên şehîdan jî axivin û soza şopandina rêya lawên xwe dan.

Merasîm bi tilîliyên dayîkan û dirûşemyan bi dawî bû.

(jo)

ANHA