YCR‘ê têkildarî rola ciwanan di piştgiriya Efrînê de civîn li dar xist

Têkildarî rola ciwanan di piştgiriya Berxwedana Serdemê û Pêngava Rizgarkirina Efrînê de civîneke li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê hate lidarxistin.

YCR‘ê têkildarî rola ciwanan di piştgiriya Efrînê de civîn li dar xist
YCR‘ê têkildarî rola ciwanan di piştgiriya Efrînê de civîn li dar xist
YCR‘ê têkildarî rola ciwanan di piştgiriya Efrînê de civîn li dar xist
24 tebax, 2018   16:19

EFRÎN

Civîn ji aliyê Yekitiya Ciwanên Rojava ve (YCR) bi amadbûna bi dehan ciwanên gundê hate lidarxistin.

Piştî deqeyek rêzgirtin, Rêveberê Yekîtiya Ciwanên Rojava Harûn Apoyî axivî û li ser girîngiya lidarxistina Kongreya Rizgarkirina Efrînê dest nîşan kir. Harûn anî ziman ku di bendên kongrê de bal hatiye kişandin li ser rola ciwanan di rizgarkirina EFrînê de û wiha domand, "Li ser vî esasî me xwe amade kiriye, me gelek civîn li ser rola ciwanan di pêngava rizgarkirina Efrînê de li dar xistine."

Apoyî her wiha daxwaz ji ciwanan kir ku erka xwe ya piştgiriya Efrînê pêk bînin û rola şehîdan rakin.

Harûn Apoyî da zanîn ku pêwîste ciwan xwe bi rêxistin bikin û rêxistinên xwe ava bikin, da ku ji her rewşê re amade bin.

Rêveberê Yekitiya Ciwanên Rojava Harûn Apoyî destnîşan kir ku dema lidarxistina kongreya ciwanan nêzî bûye.

Ciwanên Rojava dê li Şehbayê jî civînên bi vî rengî li dar bixin.

ANHA