Rêxistina Mafê Mirovan buroya xwe li herêma Firatê vekir

Rêxistina Mafê Mirovan a Rojava buroya xwe ya herêma Firatê li bajarê Kobanê bi merasîmekê vekir.

Rêxistina Mafê Mirovan buroya xwe li herêma Firatê vekir
Rêxistina Mafê Mirovan buroya xwe li herêma Firatê vekir
Rêxistina Mafê Mirovan buroya xwe li herêma Firatê vekir
13 tebax, 2018   14:02

KOBANÊ

Rêxistina Mafê Mirovan a Rojava, ku bi armanca  mafê mirovan, di serî de jin û zarokan biparêze hate avakirin, îro bi merasîmekê Buroya xwe ya herêma Firatê li bajarê Kobanê vekir.

Di merasîmê de bi dehan şênî, parêzer û nûnerên saziyên sîvî amade bûn.

Di merasîmê de Hevseroka Rêxistina Mafê Mirovan di merasîmê de axivî û girîngiya vekirina navendê destnîşan kir û got, "Belgekirina binpêkirinên mafê mirovan tiştê herî girîng e, wekî hiqûqnas û parêzer ev erek ji me tê xwestin, em ê li ser vî esasî bixebitin ta ku mafê mirovahiyê biparêzin."

Deriyê buroyê ji aliyê Hevseroka Meclisa TEV-DEM-DEM‘ê ya kantona Kobanê Eyşe Efendî ve hate vekirin.

(sn)

ANHA