Rêjîma Îranê kolberek din kuşt

Li sînorê bajarê Selmas ê girêdayî parêzgeha Urmiyê pasdarên Îranê komek kolberan dan ber guleyan û kolberek hate kuştin.

Rêjîma Îranê kolberek din kuşt
3 tebax, 2018   13:31

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Kolber News li sînorê bajarê Selmas ê girêdayî parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê pasdarên Îranê êrîşê komek kolberan kirin. Di encamê de kolberê bi navê Suleyman Baduşîwe hate kuştin.

Hate diyarkirin ku Suleyman Baduşîwe yekane kurê malê bû û hemû debara malbatê li ser wî bû.