Kêmderfetên tenduristî metirsiyê li ser jiyana efrîniyan çêdike

Ji ber tunebûna derman û alavên tenduristiyê ji bo dermankirinê, zêdetirî 40 efrîniyên ku niha li kantona Şehbayê dimînin bi nexweşiya îltîhaba kezebê (Hepatitis) re rû bi rû ne.

Kêmderfetên tenduristî metirsiyê li ser jiyana efrîniyan çêdike
Kêmderfetên tenduristî metirsiyê li ser jiyana efrîniyan çêdike
2 tebax, 2018   06:15

SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Di 18'ê Adara vê salê de di nav erêkirina Rûsya û bêdengiya dewletên rojavayî û Amerîkayê de, dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê di êrîşeke bejahî û hawayî ya berfireh de Efrîn dagir kir. Di dencamê de zêdetirî 500 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 200 hezar jî neçar man ji malên xwe derkevin û li kantona Şehbayê bi cih bûn. Ev êrîş ji hovanetirîn êrîşên şerê Sûriyeyê ye.

Şêniyên Efrînê yan li kampên ku ji bo wan hatine eyarkirin dijîn, an jî li gundên Şehabyê bi cih bûne.

Warê jiyanê yê ku herî zêde şêniyên Efrînê ji ber zehmetiyan dikişînin, warê tenduristiyê ye. Şêniyên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê bi cih bûne, ji ber kêmasiya derman û alavên tenduristiyê di nav tunebûna piştgiriya navdewletî de, di rewşeke gelekî zehmet de ne.

Tevî van zehmetiyan jî, di van demên dawî de nexweşiya îltîhaba kezebê (Hepatitis) di nav şêniyan de belav bûye û zêdetirî 40 efrînî bi vê nexweşiyê re rû bi rû ne.

Mistefa Seydo ji gundê Adema yê girêdayî herêma Reco li kantona Efrînê ye. Yek ji şêniyên Efrînê ku li gundê Til Şiîr bi cih bûye û bi nexweşiya kulbûna kezebê ketiye.

Mistefa tevî jin û 3 zarokên xwe; Ebdulrehman (8), Selam (3) û Rohêv (7 mehî) bi vê nexweşiyê ketine. Mistefa dibêje ku ji ber rewşa aborî ya dijwar ew nikare xwe û malbata xwe derman bike û tevî ku dermankirin li kantona Şehbayê tune ye.

Heta niha li gorî serjimara dawîn a Rêxistina Heyva Sor a Kurd li kantona Şehbayê 48 haletên nexweşiya kulbûna kezebê bi her çar cureyên xwe hatine tesbîtkirin.

Tê zanîn ku roja cîhanî ya nexweşiya îltîhaba kezebê dikeve roja 28'ê Tîrmehê.

(şx/ew)

ANHA