'Kumên Spî'.. têkşikandina baskê rastê yê çeteyên El-Nusra

Di van demên dawî de mijara veguhestina endamên rêxistina "Kumên Spî" ji başûrê Sûriyeyê ber bi Urdunê ve di riya Îsraîlê re cihê xwe di manşêtên rojname û dezgehên çapemeniyê yên cîhanê de girt. 422 endamên "Kumên Spî" li rex malbatên xwe derbas Îsraîlê hatin kirin û ji wir derbasî Urdunê bûn. Di nava helwestên parastinê û sîxûrtiyê de, gelo çarçoveya çîrokê çi ye û rêxistina Kumên Spî çi ye?

'Kumên Spî'.. têkşikandina baskê rastê yê çeteyên El-Nusra
'Kumên Spî'.. têkşikandina baskê rastê yê çeteyên El-Nusra
'Kumên Spî'.. têkşikandina baskê rastê yê çeteyên El-Nusra
'Kumên Spî'.. têkşikandina baskê rastê yê çeteyên El-Nusra
'Kumên Spî'.. têkşikandina baskê rastê yê çeteyên El-Nusra
'Kumên Spî'.. têkşikandina baskê rastê yê çeteyên El-Nusra
'Kumên Spî'.. têkşikandina baskê rastê yê çeteyên El-Nusra
29 tîrmeh, 2018   05:02

NAVENDA NÛÇEYAN / ROJ MÛSA

Di 22'yê vê mehê de bi sedan endamên rêxistina "Kumên Spî" li gel malbatên wan bi navbênkariya Birêtaniya, Kanada û Amerîka bi riya Îsraîlê ji başûrê Sûriyeyê derbasî Urdunê hatin kirin. Ev cara yekemîn e piştî 7 salan Îsraîl deriyên xwe ji bo veguhestina hin welatiyên Sûriyeyê vedike.

Ev pêngava ji nuşka vey a veguhestina endamên rêxistina Kumên Spî, piştî ku rêjîma Sûriyeyê şerê xwe li başûr ber bi dawiyê ve anî û serweriya xwe li herêmên berfireh ên herdu parêzgehên Deraa û Quneytera ferz kir û hebûna çeteyan û tabûrên opozîsyonê ku alîkariya xwe ji aliyên navnetewî û herêmî werdigirin bi dawî kir.

Çalakiya leşkerî ku rêjîmê di meha borî de dabû destpêkirin û di daxuyaniyên hêzên wê yên leşkerî û hevkarên wê yên Zîrevanên Şoreşgerî yên Îranê de hate gotin ku dê şerekî encamdar be da ku sînorên di navbera Sûriye û Urdunê de biparêze. Îsraîlê jî hebûna hêzên rêjîmê û asayîşa leşkerî ya Rûsyayê – bêyî Zîrevanên Şoreşgerî yên Îranê – li ser sînorên di navbera Sûriye û Îsraîlê de bi cih bibin, erê kir.

Şerê li başûr ji du aliyan ve dihat meşandin. Aliyê yekemîn leşkerî bû û li dijî komên çete bû ku nexwestin herêmên di bin dagirkeriya wan de ne radestî rêjîmê bikin, nemaze ji ber ku ji çar aliyan ve di dorpêçê de bûn û aliyên navnetewî û herêmî ku alîkariya wan dikirin ji bo sînorên bi Îsraîlê re biparêzin  dest ji wan berdan û di encamê de di demên cûda yên vê mehê de ber bi bakurê Sûriyeyê ve hatin veguhestin.

Beşê duyemîn ê şer jî ew bû ku komên çekdar û tabûrên opozîsyonê çekên xwe radest kirin û di çarçoveya bernameya bi navê "lihevhatinê" de rewşên xwe sererast kirin. Piraniya komên çekdar piştgiriya beşê duyemîn a şer dikirin û di encamê de tank, topavêj û fûzeyên xwe radest kirin û endamên ku lihevhatin qebûl nekirin li gel malbatên xwe ber bi Idlib, Efrîn, Bab, Cerablûs û Ezazê ve hatin şandin. Di heman demê de milîsên girêdayî rêjîma Sûriyeyê yên li bajarokên Fûha û Kefreya yên Şîayî yên li Idlibê ber bi bajarê Helebê ve hatin şandin.

Endamên rêxistina Kumên Spî jî endamên sereke yên van çalakiyên leşkerî bûn. Rêjîma Sûriyeyê jî wan bi gelek buyerên komkujiyên li dijî sivîlan tewan bar dike.

Rêxistina Kumên Spî kî ne?

Bi navê Parastina Sivîl a Sûriyeyê tê nasîn. Di sala 2013'an de li ser destên kesekî Birêtanî James Lee Missouri li Tirkiyeyê hate damezrandin. Hejmara endamên wê di navbera 3 hezar û 3 hezar û 500 karker de ye û li nêzî 60 navendan belav dibin. Di rêziknameya xwe ya hundirîn de xwe weke "rêxistineke bêalî ku dilsoziyê bi ti partî yan komê re nake" pênase dike. Lê berûvajî wê hemû xebatên vê rêxistinê li herêmên di bin dagirkeriya komên çete û komên çekdar ên radîkal de yên weke Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam û komên biyanî yên radîkal ku alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirin, dimeşîne. Ev rêxistin hincet digire ku rêjîm rê nade ku li herêmên wê jî tevbigere.

Di rastiyê de hemû dijberên rêjîmê ne û damezrênerên hevrêziyên opozîsyonê di destpêka şoreşê ya sala 2011'an de bûn. Ango ti girêdana wê bi bêalîbûnê re tune ye û berûvajî wê piştgiriya opozîsyonê li dijî rêjîmê dikir.

Ev rêxistin yek ji aliyên herî çalak li herêmên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya komên çete de bû. Vê rêxistinê xebatên xwe li parêzgehên Humis, Hema, Deraa, Quneytera, taxên rojhilatê Helebê, gundewarê Şamê didan meşandin. Niha xebatên wê tenê li herêmên di bin dagirkeriya komên çete û Tirkiyeyê de li bakurê Sûriyeyê sînordar bûye. Ango li herêma di navbera Çiyayên Kurdan ên parêzgeha Laziqiyê li aliyê rojava ber bi çemê El-Sacûr a nêzî bajarê Cerablûsê ya li gundewarê bakurrojhilatê Helebê û herêmên Bab, Ezaz, Çoban Beg, Efrîn Darazê, Idlib û Seraqib digire nava xwe.

Vê rêxistinê xebatên xwe li bajarê Helebê dane destpêkirin û ev jî ne sudfeyek bû. Li rex destwerdana Tirkiyeyê û gelek aliyên din bi awayekî rasterast di karûbarên Sûriyeyê de û xebatên çekkirina çete û komên çekdar de û li rex xebatên dagirkeriya Tirkiyeyê ya avakirina komên çekdar li taxa Selaheddîn weke Tugaya El-Tewhîd û Xureba El-Şam gelek hevrêzî hatin avakirin – ku bingeha avakirina rêxistina Kumên Spî – bû. Ev rêxistin di nava civakê de xwe weke aliyekî sivîl pênase dike, lê berûvajî wê eşkere bû ku tenê bilokekî ji bo leşkerkirina hejmarekî mezin ji ciwanên Sûriyeyê ye da ku li dijî rêjîma Sûriyeyê li taxên rojavayê bajarê Helebê û li dijî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li taxa Şêxmeqsûd û li Efrînê bidin xebitandin.

Rastiya Kumên Spî

Rêxistina Kumên Spî xwe di ciyografiya Sûriyeyê de bi cih kir ku şerekî xwîndar di navbera gelek aliyên hundirîn û herêmî û heta navnetewî de jiyan dike. Vê rêxistinê xwe weke rêxistineke parastina sivîl pênase kir ku tenê ji bo parastina sivîlan li deverên şer û pevçûnan dixebite. Rêxistinê di malpera xwe ya înternêtê de ragihand ku wê 100 hezar sivîl di heft salên borî de parastine. Li rex wê "Komeleya Bijîşkên Siwêdê ya Mafên Mirovan" ev rêxistin bi kuştina zarokên Sûriyeyê tewan bar kir û ti parastin ji zarokan nekiriye û vê îdîaya xwe di dîmenekî de ku endamên rêxistina Kumên Spî bi zanebûn derziyên Adrenalîn rasterast li dil didin, piştrast dike. Her wiha diyar kir ku ti belge û serjimariyên ku navên ku wê rizgarkirine û parastine têde hatine qeydkirin tune ne.

Her wiha rojnamevanên ji nasnameyên cûda belge pêşkêş kirin û têde rastiya vê rêxistinê piştrast dikin. Hejmareke rojnamevan û çalakvanan piştrast kirin ku endamên rêxistina Kumên Spî hin dîmen çêkirine û piştî komkujiya Xota El-Şerqiyê ya di 21'ê tebaxa 2013'an de û komkujiya Xan Şêxûn a di 4'ê Nîsana 2017'an de weşandine.

Li taxên rojhilat ên bajarê Helebê jî piştî serweriya hêzên rêjîmê eşkere bû ku navendên vê rêxistinê di heman navendên El-Nusra û komên çete yên din de hatibûn bi cihkirin. Avahiyên ku komên çete ji xwe re weke navend bi kar dianîn beşekî wê radestî rêxistina Kumên Spî kiribûn. Ev yek li devera pîşeyî ya Eyn El-Tel û dibistanên taxên Şêx Xidir û Şêx Faris piştrast dibe. Rêxistina Kumên Spî her wiha girîngî dida dermankirina birîndarên komên çete û kuştiyên wan binax dikirin. Nemaze komên weke Sultan Murad, Sultan Mihemed El-Fatih û Nûredîn El-Zenkî.

Di nava rojnamevanên ku kirinên rêxistina Kumên Spî eşkere kirine de rojnamevana Birêtanî Vanîsa Bêlî ye ku serdana taxên rojhilatê bajarê Helebê kir û di raporeke xwe de rewşa van deveran piştî derketina komên çete vegot û da zanî ku piraniya welatiyên ku nêzînên wan wergirtine rêxistina Kumên Spî weke baskê parastina sivîl a Cebhet El-Nusra bi nav dikirin.

Di Nîsana 2016'an de Amerîka derfet neda serokê Rêxistina KumênSpî Raêd Salih da ku derbasî Amerîka bibe. Wezareta Karên Derve ya Amerîka di wê demê de ragihand ku wan 23 milyon dolar radestî vê rêxistin kirine tevî ku ew dizanin ku têkliyên wê bi komên çete û komên çekdar re hene.

Filmên li ser Kumên Spî û pêşniyarên ji bo xelatên aştiyê..!

Di sala 2016'an de filmê "The White Helmets" xelata Oskar a baştirîn belgefîlm wergirt. Di fîlm de xebatên "metirsîdar" ên Kumên Spî tên vegotin û eşkere diyar dibe ku pisporên derhênanê fîlm kişandine û senaryoyekî baş jê re amade kirine. Ango alîkariyeke mezin ji bo kişandina vî fîlmî hatiye veqetandin, her wiha gelek wêneyên wê cihê xwe di manşêtên rojnameyên sereke yên navnetewî de girtin.

Çalakvanê bi navê Piyêr têkliya di navbera rêxistina Kumên Spî û komên çete de li taxên rojhilatê bajarê Helebê eşkere kir, nemaze piştî ku hêzên rêjîmê serweriya xwe li van taxan ferz kirin û baregeheke çeteyên Cebhet El-Nusra eşkere kir ku navendên wê li rex dadgeha şerhî û navendên leşkerî û embarên cebilxaneya komên çete hate avakirin.

Rêxistina Kumên Spî di sala 2016'an de jî ji bo xelata Nobel a aştiyê hate pêşniyarkirin.

Çalakiyên sextekariyê ji bo xapandina raya giştî

Yek ji aliyên ku hiştiye dilsoziya gel a navnetewî bi rêxistina Kumên Spî re pêk bîne, madeyên dîbarî bû ku "lehengiyên" endamên wan di rizgarkirina sivîlan ji bin bermahiyên hilweşandî bûn, li rex çalakiyên êrîşên ezmanî yên balefirên şer ên girêdayî hêza ezmanî ya Rûsya li deverên cûda yên Sûriyeyê bû.

Piraniya madeyên dîdbarî yên ku rêxistina Kumên Spî li ser malpera xwe belav dikirin, sextet bûn û tenê hovîtiya rêjîmê derdixistin û komkujiyên komên çete vedişart. Kumên Spî weke saziyeke alîkar ji van komên çete re dixebitî. Her wiha hewl dide raya giştî ya cîhanê li dijî rêjîmê sor bike da ku fînanseya xwe berdewam ji sazî û rêxistinên Ewropî û Amerîkî werbigire. Rêxistina Kumên Spî her wiha wêne ji dezgehên çapemeniyê re der barê rewşa niha de dişandin da ku alîkariyekê ji komên çete re werbigire.

Kumên Spî çawa alîkariya xwe werdigire?

Gelek aliyan alîkarî bi rêxitina Kumên Spî re kirin. Hin caran alîkarî rasterast ji hin dewletan dihat û hin caran jî alîkarî ne rasterast bû û bernameyên alîkariyê di bin navên cûda de çêdikirin da ku aliyê alîkar neyê naskirin. Di destpêka avakirina wê de 25 endamên rêxistina Kumên Spî perwerdeyên xwe li Tirkiyeyê di sala 2013'an de dîtin. Nemaze di çarçoveya bernameyeke alîkariyê ku hikûmeta Birêtaniya pêşkêş dikir, nemaze damezrênerê rêxistinê James Lee Missouri wê demê li Tirkiyeyê bû  û hate gotin ku endamekî istixbarata artêşa Birêtaniyayê ye.

Ev rêxistina çeteyan her wiha alîkarî ji gelek aliyên din wergirt. Rêxistinê alîkarî ji Wezareta Karên Derve ya Birêtaniyayê bi riya Sindoqa Aramî û Ewlehiyê ya rewşên aloz (CSSF) wergirt ku alîkariya opozîsyonê ji sala 2015'an heta sala 2018'an di hundir de dikir û nêzî 150 milyon diravên İsterlînî pêşkêş kirin û Birêtaniyayê jî alîkariya lojestîk û amêrên peywendiyê û amûrên tenduristî yên pêwîst ji opozîsyonê re peyda kirin. Evan amûr li rex amûrên Tirkiyeyê di embarên komên çete yên li taxên rojhilatê Helebê hatin dîtin.

Di encamê de eşkere dibe ku Birêtaniya bi rêbazekî alîkariya komên çete dike û di nava wan de Cebhet El-Nusra ku dostaniya rêxistina Kumên Spî dike. Nemaze piştî ku hemû pêdivî ji Kumên Spî re peyda kirin û herî dawî navbênkariya wan ji bo veguhestina wan ji başûrê Sûriyeyê ber bi Urdunê ve di riya Îsraîlê re.

Sindoqa Aramî û Ewlehiyê ya rewşên aloz (CSSF) alîkariyê bi herdu şîrketên navnetewî Adam Smith International û Intergrêt Global bi riya projeya "Çespandin" dike ku di sala 2013'an de hatiye destpêkirin û hewl dide berxwedana di nava civakên Sûriyeyê de dewam bike û meclîsên herêmî li herêmên di bin dagirkeriya komên çete de ne yên weke Heleb û Idlibê fînanse dike.

Rêxistina Kumên Spî niha alîkariya xwe ji hikûmetên Almaniya û Amerîka bi riya herud rêxistinên parastinê (Mayday Rescue) û (Chemonics) ji sala 2014'an ve werdigire. Her wiha ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve li herêmên di bin serweriya wan de ne tê birêxistinkirin û rêxistina Kumên Spî weke hêzeke xwe ya taybet bi çeteyan digire dest.

Nijadperestiya li rex dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê

Birêveberê rêxistina Kumên Spî Raêd El-Salih hevpeymanek bi rêxistina Afad a Tirkiyeyê re cara yekemîn îmze dike da ku xebatên xwe li Efrînê ku ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û komên çete ve hatiye dagirkirin bide meşandin.

Ev pêngav jî nîşaneke zelal a girêdana rêxistina Kumên Spî bi dagirkeriya Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê ve ye. Raêd El-Salih di civînekê de bi cîgirê birêveberê rêxistina Afad Hemze Tasdîlîn re hevpeymanek îmze kir. Hemze Tasdîlîn alîkarê sereke ya çekan bi Cebhet El-Nusra re ye.

Rêxistina Kumên Spî piştî ku Efrînê hate dagirkirin bi 11 rojan xebatên xwe li vir jî dane destpêkirin û endamekî wê dema ku mayînek li gundê Dêrsiwanê yê navçeya Şera vedikir hate kuştin.

Skêf: Kumên Spî ji bo parçekirina Sûriyeyê hatiye çêkirin

Ji aliyekî din ve rojnamevan Xalid Skêf ku bi hevkariya Vanîsa Bêlî raporekî berfireh der barê Kumên Spî de amade kiriye, destnîşan kir ku çalakiya veguhestina endamên rêxistina Kumên Spî nîşaneke eşkere ya destwerdana Îsraîlê di şerê Sûriyeyê de ye. Ji aliyekî ve alîkariya komên çete yên radîkal li eniya Colanê dike û alîkariya lojestîk bi rêxistina Kumên Spî bi awayekî veşartî dike.

Skêf diyar kir ku li Xan Şêxûn û Xota û li gelek deverên komkujî pêk hatine rêxistina Kumên Spî "şanoyên kîmyawî" pêşkêş kirine û weke rêxistineke ku ji komkujiyan sûd werdigire bi nav kir da ku li dijî rêjîma Sûriyeyê û hevkarên wê bide xebitandin. Skêf behsa buyera zarok Hesen Diyab li Xota El-Şerqiyê kir û eşkere bû ku wî av dadigirt piştî ku hate îdîakirin ku ew êrîşeke kîmyawî bû.

Skêf behsa çalakiyên rêxistina Kumên Spî li Efrînê kir û eşkere kir ku Tirkiye û birêtaniya û hin rêxistinên Amerîka alîkariya wê dikin û da zanîn ku piraniya endamên wê radîkal in.

Skêf destnîşan kir ku ti rêgezên mirovahî li ba vê rêxistinê tune ne û bi taybet piştî ku çavdêriya kuştina endamên artêşa Sûriyeyê li Idlibê kir, her wiha çavdêriya kuştina welatiyên sivîl li bajaroka Hirêtanê ya gundewarê bakurê Helebê.

Skêf di axaftina xwe de ya bi ajansa me ANHA'yê re wiha bi dawî kir: "Ti rêgezên mirovahiyê yên weke bêalî û serxwebûnê li ba rêxistina Kumên Spî tune ye. Çawa rêxistineke serbixwe eşkere alîkariya xwe ji dewletên Ewropî werdigire?. Ev rêxistin tenê ji bo parçekirina Sûriyeyê hatiye damezrandin."

ANHA