Li Hewlêr jî hejmartina dengan destpê kir

Proseya hejmartina dengan a bi dest ku doz li ser hatibûn vekirin, li bajarê Hewlêr destpê kir.

Li Hewlêr jî hejmartina dengan destpê kir
12 tîrmeh, 2018   08:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji nûve hejmartina dengan a bi dest li Herêma Kurdistanê berdewam dike. Piştî Silêmaniyê îro li bajarê Hewlêr saet 08:00’an de, bi amadebûna çavdêrên aliyên siyasî hejmartina dengan destpê kir.

Sindoqên ku şikayet li ser hebûn, di 10’ê Tîrmehê de veguhestibûn Salona Şadî ya bajarê Hewlêr. Îro jî bi amadebûna çavdêrên siyasî û saziyên biyanî hejmartina dest a dengan destpê kir.

Li gorî agahiyên hatine standin sindoqên Hewlêr ên ku şikayet li ser heyîn 215’ne û îro ev sindoq bi giştî tên hejmartin.