Xebatên ji nû ve avakirina Reqayê didome

Bi sponseriya Meclîsa Sivîl a Reqayê, Komîteya Jinûveavakirinê û Meclîsa Şaredariya Gel bi armanca bilindkirina asta xizmetguzariya bajêr dest bi projeya çaksazkirina binasaziya bajêr ya herî mezin kirin.

Xebatên ji nû ve avakirina Reqayê didome
3 tîrmeh, 2018   17:40

REQA

Bi armanca bilindkirina asta xizmetguzariyê, piştî rizgarkirina Reqa ji çeteyên DAIŞ'ê, Meclîsa Sivîl a Reqayê bi hevkariya Şaredariya Gel a bajêr, civînek li dar xist.

Gelek rêveberiyên komîteyên xizmetguzarî, rewşenbîr, karker û endamên meclîsên herêmî yên Reqayê tevlî civînê bûn.

Di civînê de, du proje hatin pêşkeş kirin. A yekê projeya hemleya paqijkirina tevahiya bajêr, a din projeya çaksazkirina(sererastkirina) xetên kanalîzasyona bajêr û ji bo her du projeyan 1 milyon û 245 dolar lîreyên Sûrî hatine veqatandin.

Li ser navê Meclîsa Sivîl a Reqa Ehmed Xelîl got :" Bajarê Reqayê di dema DAIŞ'ê de gelek hatibû talankirin, ji lewra me kevira bingehîn ji bo bi lezkirina xebatên jinûveavakirinê û bilindkirina asta xizmetguzariya bajêr danî. Îro em weke Meclîsa Sivîl a Reqayê ji bo ji nûve vejînkirina jiyana bajêr gelek proje pêşkeşdikin".

Her wiha li ser navê Komîteya Jinûveavakirinê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê Ibrahîm Xelîl got:" Em vê gavê pîroz dikin. Em weke Komîteya Jinûveavakirinê ji bo geşkirin û vejînkirina bajêr amade ne hemû xebatên xizmetguzariyê pêşkeş bikin".

Di dawiya civînê de li ser navê Şaredariya Gel a Reqayê Ehmed Ibrahîm axivî û got:" em QSD'ê ya ku bajarê me ji çeteyên DAIŞ'ê rizgarkirî silav dikin û îro em destpêkirina projeya yekemîn ji bo vejînkirina bajêr pîroz dikin".

(şx)

ANHA