Welatiyên Qamişlo  êrîşên li ser Başûr şermezar kirin

Şêniyên bajarê Qamişlo êrîşên Dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdisatanê û gefên li ser Bajarê Minbicê şemezar kirin û gotin ku ew dagirkeriya Tirkiyê bi tu awayî qebûl nakin.

Welatiyên Qamişlo  êrîşên li ser Başûr şermezar kirin
25 hezîran, 2018   06:41

HÊVÎRDAR HERAN / QAMİŞLO

Welatiyên bajarê Qamişlo êrîşên  dewleta  Tirk ên li ser Başûrê Kurdisatanê û kiryarên ne mirovî yên li dijî sivîlên Efrînê, her wiha gefên rojane yên li ser Minbicê bi tundî şermezar kirin.

Dayika bi navê Xezal Mihemed a 70 salî derbarê mijarê anî ziman ku armanca Tirkiyê ji dagirkirinê, şikandina îradeya gelan û ev tişt got: "Em dixwazin bi azadî, bi zimanê dayîkê jiyan bikin. Lê Dewleta Tirk dijminahiya xwe li hemberî me didomîne, em ê jî bi hêza xwe ku bingha xwe ji fikrê Ocalan digire li hemberî wan şer bikin."

Dayik Xezal, di dawiya axaftinên xwe de jî got ku wekî dayikên Kurd li ser piyan bin û axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan wê tu carî bernedin.

Welatiyê bi navê Şiyar Elî, nerazînên xwe nîşanî binpêkirina dewleta Tirk a dagirker da û anî ziman ku dewleta Tirk bi salan şerê gelê Kurd dike, da ku herêmên wan ên bi xêr û bêr dagir bike û ev tişt anî ziman: "Tirkiyê dixwaze gelê Kurd tune bike, da ku xêr û bêra wê bidize. Erdogan çiqas xwe bixapîne wê rojek were û rastî eşkere bibe û gelê Kurd biserkeve."

Welatiyê bi navê Yeqûb Dawud jî êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û da zanîn ku êrîşên  li ser Başûr di heman demê de li Rojava ne û ev tişt anî ziman: "Em ê bi rihê şoreşgerî biserkevin û her dem em ê li hemberî dewleta faşist a Tirk li ser piyan bin."

ANHA