Çeteyên artêşa tirk ji bo lêpirsînê hişbirê bi kar tînin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê revandina sivîlan, dizî û girtinên bê ser û ber didomînin û her wiha di dema lêpirsînê de madeyên hişbir bi kar tînin.

Çeteyên artêşa tirk ji bo lêpirsînê hişbirê bi kar tînin
20 hezîran, 2018   07:57

BASIL REŞÎD / EFRÎN

Çavkaniyên ji gundê Darkerê yê herêma Mabeta ya Efrînê ji ajansa me (ANHA) re ragîhandin ku Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zêdetirî 25 kes revandine. Di nava kesên hatine revandin jinek jî heye.

Çavkaniyan her wiha diyar kirin ku ji 24 kesên ku di bin êşkenceyê de ne, yên nasnameyên wan hatine tespîtkirin ev in:

(Ferîd Şewq (28), Fetah Elîko (31), Şiyar Hec Menan Mustefa (21), Emîn Hac Menan Mustefa (19), Hemûde Cemal (35), Ehmed Elî (19), Esied Yûsiv (60), Mihemed Rifet Elî (50), Nezmî Elîko (60), Şiyar Cemal (23), Mihemed Elîko (Ebû Ûmer) (53), Xelîl Umer Elîko (22), Sebrî Ehmed Henan (52), Mistefa Semîr (43), Diyar Hecî Menan Mistefa (19), Menan Hecî Menan Mistefa (21), Ezîz Hec Menan Mistefa (50), Fîras Mihemd (30), Behzat Silêman (25), Ekrem Qadir (45), Sebrî Elîko, Mihemed Hecî Menan Mistefa (57) û hevjîna wî Şevîn Welo (42).

Çavkaniyan dane zanîn ku kesên tên girtin li navenda berê ya Asayîşa Efrînê ku çeteyan niha kirina navenda xwe ya sereke tên ragirtin û êşkenceyê pêk tîn in. Hate zanîn ku kesên tê girtin rastî êşkenceyê tên. Her wiha çete daxwaza fidyeyê ji welatiyan dikin.

Çavkaniyeke din jî ji gundê Basûta yê herêma Şêrawa da zanîn ku çeteyên artêşa tirk a dagirker dema welatiyan digirin, di bin lêpirsînê de madeyên hişbir bi kar tînin.

(cu/ew)

ANHA