Desteya Aborî simadê bi deyîn dide cotkarên pembo

Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê û berhemên sewalan a girêdayî Desteya Aborî ya Katnona Cizîrê dê simadê (guvre) ji bo zeviyên pembo bi deyn bide cotkaran.

Desteya Aborî simadê bi deyîn dide cotkarên pembo
9 hezîran, 2018   09:36

QAMIŞLO

Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê û Berhemên Sewalan derbarê mijarê biryarnameyek ji komîteyên xwe yên li herêma Cizîrê re şand.Di biryarnameyê de dê semad bi deyen ji cotkaran re were dayîn û destnîşan kir ku ev gava wan bi aramanca piştgiriya berhemên pembo pêk hatiye.

Di biryarnameyê de hate gotin ku ew ê di rewşa zehmeta a herêma Cizîrê de û ji ber girîngiya pêkanîna zeviyên pembo, rêveberiya giştî ya Çandiniyê Û Berhemên Sewalan qebûl kir ku semadê bi deyîn bide cotkaran di mewsimê sala 2018'an de. Simad wê li gorî van şert û mercan bide:

1-cotkar di riya komîna gundê lê dimîne dawaznameyekê ku ji aliyê meclîsê ve hatibe erêkirin û firehiya zeviyê tê de hatibe diyarkirin pêşkêş bike. Divê wêneyê nasnameya cotkar jî pê re be.

2-Divê keşfa hesabkirinê ji aliyê komîteya çandiniyê ya herêma wî were çêkirin. Ew jî divê miqdara simadê ji wan re were diyarkirin.

3-Divê cotkar soza ku dê berhemên xwe bide Rêveberiya Xweser bi awayekî nivîskî pêşkêş bike.

4- ji her donimekê re dê 30 kîlo simada yorya were dayîn.

5-Nirxê simadê bigre dê wekî qerda bê fayîde were hesabkirin, dema zevî were berhevkirin dê cotkar bide Rêveberiya Xweser.

Ev gava bi armanca piştgiriya çandiniya Pembo pêk hatiye.

ANHA