YE dixwaze itîfaqa nuklerî ya bi Îranê re biparêze

Dewletên Yekîtiya Ewropa ji bo itîfaqa nuklerî ya Îranê biparêzin lihev kirin. Ev itîfaqa wan piştî Serokê Amarîka biryara vekişîna welatî wî ji Itîfaqê pêk hat.

YE dixwaze itîfaqa nuklerî ya bi Îranê re biparêze
17 gulan, 2018   09:32

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewlet û Hikûmetên 28 welatên Yekîtiya Ewropa civînke ne fermî êvara çarşemê hate lidarxistin.

Li gorî çavkaniyan serok û rêveberên YE'yê yên duh li paytexta Bulgaristanê Sofiya kom bûn, mijara bernameya nuklerî ya Îranê nîqaş kirine. Ev civîn li beranberî biryara Serokê DYA Doland Tramp pêk hat. Her wiha ragîhandin ku biryara wan ji bo parstina şirketên Ewropî pêk hatiye.

Rêveberên YE destnîşan kirin ku ew ê bersiva metirsînên Amarîka yên derbarê rola Îranê li Rojhilata Navîn û bernameya Îran ya fûzayên balistî bidin.

28 welatên Ewropa itîfaq kirin ku parstina xwe beranberî gefên DYA ya cezakirina wan li ser dahatiyên tiştênhişik û elemenîom bikin û gotin ku dema demançe di serî wan de be, ew ê derbasî danûstendinan nebin.

Welatiyên Ewropa dixwazin itîfaqa nuklerî ya Îraê biparêzin, her wiha berjewendiyên xwe yên aborî yên bi Îranê re biparêzin û danûstendina bazirganî ya bi Îranê re dewam bikin.

(dc)