Yekemîn dewreya meclîsan li Çelebiyê bi dawî bû

Li Akademiya Civaka Demokratîk a navçeya Çelebiyê ya girêdayî herêma Sirînê, yekemîn dewreya perwerdeyê ya meclîsan hate bidawîkirin.

Yekemîn dewreya meclîsan li Çelebiyê bi dawî bû
Yekemîn dewreya meclîsan li Çelebiyê bi dawî bû
Yekemîn dewreya meclîsan li Çelebiyê bi dawî bû
16 gulan, 2018   13:36

KOBANÊ

Dewreyê perwerdeyê ku bi navê Ş.Zana Hesen bû, 15 rojan dewam kir. 44 endamên meclîsan beşdarî dewreyê bûn. Di dewreyê de waneyên birdozî hatin dayîn.

Dewreya perwerdeyê bi merasîmekê bi dawî bû. Bavê Ş.Zana ku ew jî tevlî perwerdeyê bibû, got ku wî sûd ji perwerdeyê wergirtiye û ew gelekî kêfxweş e bi perwerdeyê.

Di dawiya merasîma dawîkirina dewreyê de dîlan hate girtin.

Ş.Zana Hesen ku şervanê Erka Xwerparastinê li bajarê Minbicê şehîd bû.

(ekip)

ANHA